Li Heftanînê wê gerîla û gel bi ser bikevin

Dewleta Tirk li Heftanînê encama ku dixwaze bi dest naxe, berxwedaniya dastanî ya gerîla didome.

Dewleta Tirk dixwaze herêma Heftanînê ya Qadên Parastina Medyayê ku ji dagirkirinê hatiye azadkirin, bi salan e di hikmê gerîlayan de ye dixwaze dagir bike. Gerîla planên dagirkirinê berteraf dikin, Cenga Heftanînê berxwedanê bi tîpên zêrîn dinivisîne.

Ji roja pêşî ya operassyonê û heta niha HPG'ê û YJA Starê nîşan da ku encam wê neke dilê desthilata AKP-MHP'ê be. Li gel her cure desteka îstîxbarî ya bi dewleta TC'ê re, li gel her cûre çekên teknîk jî em dibînin ku gerîla berxwedaniyeke mezin dikin. TC ya ku hêzên gerîla ên ciwan lê modern kêm dibîne û operasyonê dike, ev bi salan e ku xwe dixapîne.

LI HEFTANÎNÊ DESTAN TÊ NIVÎSÎN

Dewleta Tirk a ku serkeftineke biçûk a leşkerî jî dinepixîne, derbarê vê pêvajoyê ya hewldana dagirkirina Efrînê yek dîmeke serkeftinê par ve nekiriye. Desthilata AKP-MHP'ê yek bi yek jî be dest bi eşkerekirina nasnameya leşkerên mirî kir. Li aliyê dî gerîlayên HPG'ê û YJA Starê bi berxwedana ku nîşan dane li Heftanînê destanan dinivisin. Di van çar pênc rojên dawî de kuştina ji 100'î zêdetir leşkerên dagirker yek ji îşareta vê dastanê ye.

Gerîlayên ku li çiyayên azad ên Kurd kozik danîne bi rengekî zelal nîşan daye, dagirkirina van çiyayan, standina wan a ji van çiyayên ku serî dane ser rêya Egîd û Zîlanan wê qet ne hêsan be. Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê nîşan dane ku Kurdistan wê ji kesî re nebe yar û ev der ji Kurdan pê ve wê ji kesî re nebe hişti. Jinên ciwan ên ku il van deran şer dikin, Zîlan, Bêrîtan, Sema, Delal û bi hezarên din, nîşan dane ku di xeta Rêber Apo de, xwe dane jiyana azad û heta mirinê şer dikin. Ji bo gerîlayan şerê Heftanînê li dijî dagirkirinê ne şerê rizgarkirinê ye,tekoşîna azadiyê, demokrasiyê, ekolojiyê, azadîxwaziya jiyanê ye, parastina heqê hemû gel û kêmaran e û wê rast be ku têkoşîna li Heftanînê wiha were dîtin wê rast be.

TEVLÊBÛNA GEL WÊ SERFIRAZIYÊ BÎNE

Weke ku her kes pê dizane kana hêzê ya tevgera PKK'ê Rêber Apo û şehîd in. Hemû hêza xwe, kelecaniya jiyanê û vîna xwe ya ku naqede, enerjiya xwe ji felsefe û paradîgmaya Rêber Apo digire. Li gel vê çanda têkoşînê ya ku şehîdan danye holê û azaweriya avakirina jiyaneke nû, helwesta wan a efsaneî, kana hêzê ya gerîla ye. Kana dî ya PKK'ê û gerîlayên ku niha li Heftanînê şer dikin desteka gel e. Her serhildan, xwepêşandan, helwest û tevlêbûna nav têkoşînê, ji bo gerîla dibe 'dopîng'. Destek û têkoşîna gel faktorên esasî ne ku baweriyê li baweriya wan zêde dike, azaweriya wan zêdetir dike û qudreta wan zêdetir dike. Gerîla û gel du faktorên sereke ne ku ji hev nayên qutkirin. Gerîla her ku şer dike gel dibe xwedî îrade, gel dema ku dibe xwedî îrade û vê dixebitîne gerîla bihêztir dibe û wiha têkoşîneke şoreşger a ku naqede derdikeve holê. Têkoşîna gerîla û gel wê serfiraziya azadiyê bîne.