Li Heftanînê şer dewam dike, li Sêrtê gerîlayek şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li Heftanînê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de kontrayek û leşkerek hatin cezakirin. Hate ragihandin ku li herêma Herekolê ya Sêrtê jî gerîlayek şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li qada Şeşdara ya herêma Heftanînê, li yekîneyên leşkerî hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "23'ê Tîrmehê saet di 10:00 de artêşa TC a dagirker bi obusan bombe li qada Şeşdara ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Hêzên dagirker piştî bombardûmanê agir berdan derdorê û ketin nava liv û tevgerê. Di navbera yekîneyên dijmin ên li herêmê û hêzên me de şerekî giran qewimî.

Di vî şerî de bi qasî ku hate tespîtkirin kontrayek û leşkerek hatin cezakirin. Di vî şerî de hevrêya me Zelal Çîgdem a ku li dijî dijmin bi lehengî şer kir û ji roja destpêkirina operasyona dagirkeriyê ya li Heftanînê û vir ve pêşengî ji berxwedanê re dikir, şehîd bû."

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "10'ê Tîrmehê saet di 13:00 de li qada Tepê Dûpişka ji ber êrişên hewayî hevrêyên me Argeş, Reşat û Zinar şehîd bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 23'ê Tîrmehê saet di 10:15'an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Şehîd Rustem a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin û ragihand, "Ji ber bombardûmanê şewat li herêmê derket û hîn jî dewam dike."

Li gorî daxuyaniyê li Sêrtê gerîlaye şehîd bû û hate gotin, "Di daxuyaniya xwe ya 22'ê Tîrmehê de me ragihandibû ku 19'ê Tîrmehê di şerê navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me de li qada Şehîd Canxurt a herêma Herekolê ya Sêrtê, hevalê me Şiyar bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

Têkildarî nasnameya gerîlayê şehîd bû agahî wiha ne:

Nasnav: Şiyar Sara Garzan

Nav paşnav: Omer Ozmen

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Esmer-Kasim

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2020'an / Sêrt

Daxuyaniya HPG'ê wiha dewam kir: "Hevrêyê me Şiyar sala 1992'an li navçeya Xîzan a Bedlîsê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû, jiyana wî li nava malbateke kedkar ava bû û di salên dibistanê de mîna her ciwanekî Kurd bala xwe çû ser Tevgera Azadiyê. Di dema xwendina zanîgehê de polîtîkayên nijadperest ên dewlet TC a faşîst ên li ser gelê Kurd bêhtir dît û bû xwedî têgihiştinekê. Hevrê Şiyar fêhm kir ku yekane rêya têkoşîna li dijî vê zîhniyeta faşîst ji çiyayên Kurdistanê derbas dibe, lewma sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de xwe li ser bingeha felsefeya Rêber Apo perwerde kir, ji aliyê îdeolojîk ve xwe gihand asteke danheviyê. Hevrê Şiyar ku xwe kir gerîlayekî şareza, bi jêhatîbûn, ked û rûkeniya xwe cihê xwe di dilê hevrêyan de girt.

Hevrêyê me Şiyar di nava têkoşîna gerîla de xwedî kedeke mezin bû û serhildêr a çiyayên Kurdistanê di kesayetî û daxwaza xwe ya têkoşînê de nîşan da. Her wezîfeya ku da ser milê xwe bi berprisyariyeke bilind pêk anî. Hevrê Şiyar ji Zagrosan heta Xerzanê li gelek eniyên berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand.

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Şiyar ê şehîd bû û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdan bi ser bixînin."