Li Heftanîn û Xakurkê li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Heftanîn û Xakurkê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Gelek leşker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk agahî parve kir:

“20’Ê Tebaxê di saetên nîvroyê de li devera Pîrbûla ya Heftanînê di navbera hêzên artêşa Tirk a dagirker û yekîneyên me de şer qewimî. Di van şeran de gelek leşkerên dijmin hatine cezakirin. Leşkerên artêşa TC’ê yên ji destê gerîla derbên giran xwarin 21’ê Tebaxê di saetên sibê de ketin gundên Banikê û Mînînê û li gundê Banikê agir berda hinek malên sivîlan. Di navbera hêzên dagirker û yekîneyên me de navber navber şer diqewime. Her ku agahî ketin destê me li ser mijarê wê bi raya giştî re bê parvekirin.

LI GELIYÊ REŞ 2 LEŞKER HATIN CEZAKIRIN

20’ê Tebaxê dema ku du wesayîtên leşkerî yên bi tîpa Rîo û Akreb ên 12 leşker ên Tirk li nav bûn saet 06:00’ê sibehê ber bi devera Ermûş a Geliyê Reş a Xakûrkê diketin rê, hêzên me di çaçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de saet 09:00’ê ji nêzîk ve çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin cezakirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê û şûnde herêm û derdor bombe kir.

LI HERKÎ Û CÛDÎ OPERASYON

17’ê Tebaxê artêşa TC’ê saet 18:00’ê li devera Herkî ya Şemzînanê bi desteka balafirên keşfê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ev operasyona dagirkeriyê hê jî derwam dike.

17’ê Tebaxê di saetên şevê de artêşa TC’ê bi desteka hekîkopterên Skorsky li deverên Sefîne, Cemal û Beriye yên Cûdiyê leşker danîn. Dîsa 18’ê Tebaxê di saetên sibê de artêşa TC’ê li vê deverê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiriye. Heman rojê saet 17:00’an operasyon bê encam vekişiyaye.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN KIR

Êrîşên dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Di vê çarçoveyê ye de;

20’ê Tebaxê saet 10:44’ê devera Karker a Zapê, saet 11:10’ê devera Saca 3 carî hate bombkirin.

20’ê Tebaxê saet 16:45’an balfairên şer 4 caran devera Kunîşka ya Zapê bombe kir. Şewata ji ber bomberdûmanê derketî hê jî dewam dike.

20’ê Tebaxê saet 23:30’î balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Goşînê ya Xakûrkê bê serûber bombe kiriye.”