Li Govendê li dijî hêzên dagirker çalakî hate lidarxistin

Gerîlayên HPG’ê li qada Govendê ya bi ser Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

31'ê Cotmehê saet di 12:30 de hêzên me li leşkerên dijmin ên li mintiqeya Şehîd Serhat a li herêma Govendê ya Şemzînanê xistin. Di vê çalakiyê de ku li çeper û konên dijmin hate xistin, 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û topên hawanê herêm bombe kirin.

Di heman rojê de saet di 13.30’an de hêzên me li dijî kozikên dijmin ên li Girê Koordîneyê ya Çelê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

LI QADA DORŞÎNÊ YA PASÛRÊ ŞEREKÎ DIJWAR

Di 26’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Dorşînê ya Pasûrê ya bi ser Amedê bi wesayîtên bêmirov ên hewayî û bi piştgiriya yekîneyên veşartî operasyonek daye destpêkirin. Di 27’ê Cotmehê de hêzên dagirker bi helîkopteran gundikê Mezra Sor a bi ser Eskarê bomberdûman kiriye. Piştî bomberdûmanê leşkeran ji helîkopterê xwe bera qadê dane û di navbera leşkerên dijmin û hêzên me de şer çêbûye. Di vî şerî de 3 rêhevalên me piştî ku bi qehremanî şer kirine, ji bo ku nekevin destê dijmin bombeyên xwe, bi xwe teqandine û gihiştine şehadetê. Dema ku nasnameya rêhevalên me yên şehîd eşkere bû, em ê bi raya giştî re par ve bikin.

Operasyon di heman rojê di saet 18.00’an de xwe ji qadê vekişandiye.”