Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê êşkence li girtiyan hate kirin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Manîsayê li girtiyên ku jimartina li ser piyan red kirin, êşkence hate kirin. Midûrê girtîgehê jî gefa kuştinê li girtiyan xwar.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Manîsayê, roja Pêncşemê li koxûşa ji 20 kesî, girtiyên ku jimartina li ser piyan red kirin, bû hedefa êriş û êşkenceya gardiyanan.

Ji girtiyan Mehmet Tekîn (46) ê ku 24 sal in girtî ye, dema ku bi birayê xwe Haci Tekîn re bi rêya telefonê axivî, êriş ragihand. Tekîn diyar kir ku hestî û parsûyên kekê wî hatine şikandin û xwîn ji lingê wî hatiye.

Tekîn ragihand ku di sergirtina koxûşê de pirtûk, rojnivîsk û gelek alavên wan ahtin parçekirin û ya ku hate kirin weke zilmê bi nav kir.

Tekîn got, "Li wê derê li girtiyan hemûyan xistine. Hestî û parsûyên kekê min şikandin, xwîn timî ji lingê wî tê. Her wiha midûrê girtîgehê gefa 'eger pêwîst be ez ê we bikujim' gef li girtiyan xwar.

Tekîn diyar kir ku divê çareyek ji vê rewşê re bê peydakirin.

Tekîn bi bîr xist ku kekê wî nexweş e, ji ber kîsta li ser mejiyê wî gelek caran rakirine nexweşxaneyê û li revîrê doktor jî bi girtiyan re eleqedar nabe.