Li Girtîgeha Gewranê 2 aktivîstan dest bi greva birçîbûnê kir

Herîwan Îsa û Eyaz Kerem ên li Girtîgeha Gewranê tên ragirtin, ji bo protestokirina zextên PDK’ê yên li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Zextên hêzên PDK’ê yên li dijî aktîvîstên girtî yên Behdînanê didomin. Hate hînbûn ku yek ji aktîvîstên Behdînanê Herîwan Îsa xistine hucreya yek kesî û li ser vê yekê Herîwan Îsa û Eyaz Kerem dest bi greva biçîbûnê kirine.

Nûnerê Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd li ser mijarê ev agahî da: “Li ser bikaranîna derman Herîwan Îsa xistine hucreya yek kesî û jêre gotine ev heb û derman çine? Lê rêveberiya girtîgehê rê daye ev dermanê bijîşkî derbasî girtîgehê bibe. Li hemberî vî cezayî û neheqiyê Eyaz Kerem û Harîwan Îsa dest bi gireva birçîbûnê ya heta dawîkirina cezayê li ser wan kirine. Ev ceza û şerê derûnî yê li hemberî girtiyên Bedînan tê kirin, niyetek gelek metirsîdar li pişte. Ji hemû prensîbên mafên mirovan û yasayan dûre. Heta astekê gumana ‘plana reş û terora biyolojî heye.”

Nûnerê Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd ji Wezîrê Karûbarên Civakî û Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Herêma Kurdistanê yê YNK’ê li hemberî vê zilmê helwesta wan hebe û serdana girtiyên Behdînanê bikin.