Li Girtîgeha Aksarayê 2 girtiyên din jî tevlî greva birçîbûnê bûn

Li Girtîgeha Aksarayê 2 girtiyên din jî tevlî greva birçîbûnê bûn. Hate ragihandin ku zext û binpêkirinên li ser girtiyan didomin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, di 17’ê Tîrmehê de 3 girtiyan li dijî ferzkirina hejmartina li ser piya girtiyên bi navê Bişar Bîlen, Mûhammed Fatîh Bîngol û Ûmît Temûr, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin bûn. Greva van her sê girtiyan di roja 9’an de didome. Duh roja Înê girtiyên bi navê Bahattîn Çelebî û Îhsan Taşdelen jî tevlî çalakiyê bûn.

Girtî Bişar Bîlen ê dik u grevê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala rewşa wan kirin. BÎlen, diyar kir ku gef û şantajên li dijî wan didomin û wiha got: “Em 5 girtî di grevê de ne. Me kirine hucreyên yekkesî û destûr didin ku em rojê tenê saetek derkevin hewa girtinê. Li gel ku em heta niha gelek caran hatine derpkirin jî raporê derpkirinê nadin me. Bijîjkê girtîgehê ji me re dibêje ku ew ne mecbûr e tiştên ku em dibêjin bawer bike û rapor nade me. Li gel ku me giliya wê kiriye jî ev bijîjk hê jî li girtîgehê peywirdar e.”

Bîlen, destnîşan kir li gel ku ji rêveberiya girtîgehê re ragihandine ku di grevê de ne jî her roj ji wan re xwarinê tînin û datînin ber derê qawîşê û ev tişt anî ziman: “Ev xwarin bi saetan li ber derî dimîne. Divê heyetek bê vir. Ji ber ku nû ye li vê girtîgehê pirsgirêk hene. Hiqûq tune tê hesibandin. Ji ber stranên kurdî lêpirsîn tên vekirin û bi mehan destûr nedan hevdîtinê. Meşa leşkerî tê ferzkirin. Gardiyan provakasyonan derdixin û bi kêfî nêzî jimartinê dibin. Jimartina li ser piya ferz dikin.”