Li girê Alîşer çalakiya gerîla: 6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê, duh li girê Alîşer ê li navçeya Gever a Colemêrgê li leşkerên Tirk xistin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, duh saet di 09:00 de hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Alîşer ê li navçeya Gever a Colemêrgê xistin.

Hêzên gerîla ji du baskan ve li leşkerên Tirk ên li kaşê Alîşer tevdigeriyan, xistin. Şerê li vir bi qasî saetekê dewam kir û di encamê de leşkerên Tirk neçar man xwe vekişînin ser gir. Li ser vê yekê, hêzên gerîla bi çekên giran li gir dan û vê çalakiyê heta danê êvarê dewam kir.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, 6 leşkerên Tirk li vir hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Liv û tevgera hewayî ya piştî çalakiyê li herêmê dest pê kir dewam dike.