Li Geverê ev 7 car in êrîşê dibine ser goristanê

Li Geverê ev heft cran êrîşê dibine ser goristanê. Li nêzî goristanê qereqol heye.

Ji 13'ê Adara 2016'an ve, ji dema 'qedexeya derketina derve' û vir ve ku 79 rojan domandibû, 7 caran êrîş çûye ser goristana li taxa Ormanê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê. Şevê dî dîsa êrîş çû ser goristanê, ku li goristanê gorên şehîdan heye, ku di demên cuda de şehîd bûne û her wiha yê Suleyman Aksû, ku di komkujiya Pirsûsê de, ya ku bi destê DAÎŞ'ê pêk hatî,şehîd bûbû.

KULÎLK ECIQANDIN Û NAV PARÇE KIRIN

Dîwarê li dora goristanê hate hilweşandin, kulîlkên li ser goran hatin hilqetandin û kêlên goran ku navê şehîdan li ser wan bûn hatin parçekirin.

Li nêzî goristana ku ku ziyan gihayê qereqol heye.

Beriya niha jî gelek caran êrîş çûbû ser goristanê, 26'ê Nîsana 2019'an dema ku dîsa êrîş biribûn ser goristanê şahidan gotin polîsan wiha kiriye.