Li Gever û Dersimê çalakî

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên hemwext ên li ser 3 girên li Geverê lidar xistine de, derbên xurt li leşkerên artêşa Tirk dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, destnîşan kir ku li Geverê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, di çalakiyên hemwext ên li ser 3 giran de derbên xurt li artêşa Tirk dane.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girên Şehîd Tûfan, Şehîd Zerdeş, Şehîd Rehîme ên navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn, çalakiyên berfireh lidar xistin. Di çalakiy hemwext a ji 3 aliyan ve hate lêxistin de windahiyêne mezin ên dijmin çêbûne.

Hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şehîd Rehîme ewlekariya rê dikin û li Girê Şehîd Tûfan bi cih bûne çalakiyek xurt lidar xistin. Di encam çalakiya xurt a li dijî leşkeran de çepara çeka A4 a otomatîk hate rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatin kuştin, gelek leşker hatin kuştin.

Hêzên me hemwext mekîneyên kar ên ku çeper û rê li Girê Şehîd Tûfan çêdikirin jî kirin hedef. Di encama lêxistinê xurt de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin û wesayîteke dozer jî hate derbkirin.

Hêzên me li Girê Şehîd Rehîme jî li dijî leşkerên Tirk bi awayekî pir xurt lêxistine, di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a piştî çalakiyan bi obus û hewanan qad bomberdûman kir, kuştî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl ji qadê dûr xistin.

OPERASYONA KU 18’Ê TÎRMEHÊ DESTPÊ KIRIBÛ BÊ ENCAM VEKIŞIYA

18’ê Tîrmehê di saetên şevê de arêtşa Tirk li deverên Reşanê, Mala Gir, Şêlima, Xenûkê, boxaza Berbûş û Girê Sor ên girêdayî navçeyên Farqîn û Hezro yên Amedê dest bi operasyonekê kirine û li van qadan dest bi xebatên kemînan kirine. Operasyona 20’ê Tîrmehê bê ku encamekê bigire di saetên şevê de vekişiyaye.

19’ê Tîrmehê saet 22:00’an artêşa Tirk li devera Kêlê ya li Çiyayê Dorşîn ê Amedê bi desteka balafirên bê keşfê yên bê mirov û helîkopterên Kobra dest bi operasyonekê kiriye. Hêzên dagirker ên di operasyonê de li derdorî gundên Bêhemedê, Çemêzorê, Şêx Hamze û Kanîka bi cih bibûn, 20’ê Tîrmehê di saetên nîvroyê de derdorî Gundê Bêhemdê bomberdûman kiriye.

LI MÛŞÊ LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKÎ

18’ê Tîrmehê saet 18:30’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li girekî navbera Gundê Koşkê û Ûrûk ên Mûşê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirê nehate zelalkirin.

ARTÊŞA TIRK LI DERSIMÊ DEST BI OPERASYONÊ KIRIYE

19’ê Tîrmehê saet 14:00’an, artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Harçîk ê girêdayî Dersimê dest bi operasyonekê kiriye. Heman rojê saet 17:00,17:15 û 20:00’an hêzên dagirker qontarê Aglayankayalar bi helîkopterên Kobra bomberdûman kiriye. Di saet 23:00’yê şevê de helîkopterên Skorskî bi desteka helîkopterên Kobra leşker li qadên Mozîk, Aglayankayalar û Ûzantiyê danîne. Operasyona bi awayê kemîn dewam dike.

Dîsa heman rojê saet 19:45’an, hêzên me yên YJA Star li dijî Qereqola Jendermeyan a Şevnîşî ya girêdayî navçeya Pîlemûriye ya Dersimê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya leşkerên li nava baxçe bi cih bibûn kiriye hedef de, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

LI KÛTÛDEREYÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ: LEŞKERKE HATE KUŞTIN

20’ê Tîrmehê saet 15:50’an, hêzên me yên YJA Star li dijî leşkerên Qereqola Kûtûdere ya girêdayî navenda Dersimê çalakiyekî sekvaniyê lidar xisine. Di vê çalakiyê de jî leşekerek hatiye kuştin.

6’ê Tîrmehê saet 00:00’an, arêtşa Tirk li devera Geliyê Hacê yê girêdayî Herêma Çemçê ya Qersê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên Kobra dest bi operasyonekê kiriye. Di saetên sibehê de balafirên şer saet 07:00 heta 17:00’an helîkopterên Kobra dever bi dijwarî bomberdûman kiriye. Di encama bomberdûmana dijwar de 5 hevrêyên me şehîd bûne.

Operasyon 11’ê Tîrmehê ji qadê vekişiyaye.

LI OSMANIYEYÊ LI DIJÎ TRENA BAR ÇALAKIYA SABOTAJÊ

20’ê Tîrmehê saet 12:30’an, li bejahiya navçeya Duzîçî ya girêdayî Osmaniyeyê hêzên me li dijî trênekî bar a ji bo artêşa Tirk cebilxane dikêşa çalakiyekî sabotajê lidar xistiye. Piştî çalakiyê gelek mekîneyên kar hatin cihê bûyerê xirbeyên trenê ji qadê rakirine.

ARTÊŞA TIRK HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN DIKE

20’ê Tîrmehê saet 1:15-12:45’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Girê Savaş ê girêdayî Qendîl ê Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

NECMETTÎN FENDÎK Ê LI GEVERÊ HATE QETILKIRIN ŞEHÎDÊ AZADIYÊ YE

Artêşa TC’ê ya ku li hember gerîlayan têk diçe, bi awayekî hovane êrîşî gelê em yê welatparêz dike û dixwaze tolê ji gel hilîne. Mînaka vê ya herî dawî li Geverê pêk hat. Polîsan di serdegirtina malan a li Taxa Gungor a Geverê de Necmedîn Fendîk ê xebatên welatparêziyê dihat nasîn bi awayekî hovane qetilkiriye. Hêza mêtînger bi vê bûyerê carekî din êrîşên xwe yên dijminane yên li ser gelê me da nîşandan. Divê gelê me li dijî êrîşên hovane yên li ser kesên mîna Necmettîn Fendî ê teslîm nebû bi awayekî hovane tên qetilkirin di nava piştgiriyê de bin û nerazîbûnên xwe li dijî faşîzma TC’ê nîşan bide, li dijî êrîşên wiha bikevin erka xweparstinê. Necmettîn Fendîk bi awayekî hovane ji aliyê dijmin ve hatiye qetilkirin. Ew şehîdê azadiyê ye.”