Li gel astengkirinê jî starta Newrozê li Nisêbînê hate dayin
Starta Newrozê li gel dorpêça polîsan jî li Nisêbînê hate dayin. Di bernameyê de hate gotin Kurd di serdemeke wiha de ne ku herî pir nêzî serkeftinê ne.
Starta Newrozê li gel dorpêça polîsan jî li Nisêbînê hate dayin. Di bernameyê de hate gotin Kurd di serdemeke wiha de ne ku herî pir nêzî serkeftinê ne.
Starta Newrozê ya bi dirûşma ‘’Em ê bi teqezî bi ser bikevin’’ li navçeya Mêrdînê Nisêbîn hate dayin. Meş li navenda bajêr bi tevlêbûna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîla HDP’ê Gulcîhan Şîmşek, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’3e Mehmet Arslan, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildrim, Wekîlên HDP’ê Pervîn Bûldan, Leyla Bîrlîk, Dîlek Oclan, Aycan Îrmez, Ziya Pîr, Feleknaz Ûca, Imam Taşçîere, Alîcan Unlu, Alî Atalan, Mahmût Tûgrûl, Erol Dora, Îbrahîm Ayhan, Kadrî Yildirim, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyê û gelek kesan pêk hat.
Kuçeya ku avahiya navçeyê ya HDP’ê û DBP’ê lê bû bi wesayitên zirxî yên weke ‘’Akrep’’ û TOMA’yan hate pêçan. Polîsên ku hatin ber avahiyê gotin destûr nadin ku li derve bicivin, di pêvajoya Rewşa Awarte de hemû çalakiyên ku hatine kirin qedexe ne. Piştî ku wekîlên HDP’ê gotin ew mudaheleyî li daxuyaniyên AKP’ê nakin, îdîaya polîsan, ‘’AKP’yî jî derkevin derve ez ê gazê bavêjim wan’’ bû sedema tinazpêkirinê.
ŞÎMŞEK: TEQEZ EM Ê BI SER BIXIN
Hilbijartî û gel li ber avahiya navçeyê ya DBP’ê civiyan û li vir daxuyanî dan.
Serokwekîla DBP’ê Gulcîhan Şîmşek Rahşan Demîrel a Nisêbînî ku 1992’an bedena xwe dayî berê gir bi bîr anî. Şîmşek got: ‘’Îro jî berxwedana Rahşan hê berdewam dike. Nisêbîna Rengîn bajarekî qedîm e. Ev 5 hezar sal in li bajêr jiyanek heye û berxwedan hê jî didome. Nisêbîna Rengîn warê Apê Mûsa, hunermendê nemir Hozan Dilgeş, Kamûra û Ayten e. Salên 1990’i Newroz çawa dihate pîrozkirin, hê jî ew hişmendiya qedexekar bi AKP’ê berdewam e.’’
Şîmşek piştre got di van 2 salên dawî de êrîşên giran bi ser Nisêbînê de anîne û wiha got: ‘’Em li ber wan kesên ku di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewînin. Di serî de Selamet Yeşîlmen em hem.û welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.’’
Şîmşek got Newroza îsal girîngtir e û wiha got:
‘’Gelê me vê berxwedana xwe divê Newrozê jî bidomîne. Niha gelek siyasetmedarên me girtî ne. Em ji vir wan slav dikin. Newroz cejna gelan e, berxwedana vejîn ye. Berxwedana me teqez wê bi ser bikeve. Daxwazên me yên azadiyê û nasnameyê wê bi ser bikevin. Em ê vî giyanê berxwedanê careke dî di vê Newrozê de nîşan bidin. Îro em ji vir didin destpêkirin, em li hemû bajaran vê berbelav bikin.’’
YILDIRIM: EM TEVLÎ NEWROZA AMEDÊ BIBIN
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim wiha got:
‘’Di van şert û mercan de ku halana zext, qedexe, şantaj, înkar, şer tê kirin em starta Newrozê li Nisêbînê didin. Ji ber înada qedexeyên faşîstî heke destûr nadin ku em bi gelê xwe re werin cem hev, nahêlin ku gel biherikin qadan, em ê mal bi mal, dikan bi dikan bigerin, ji bo ku em Newroza gelê xwe pîroz bikin hatin. Bi berxwedana Newrozê ya gelê me ya bi dehan salan, Newroz ji bo me, ji bo ku me nêzîkî azadiyê dike girîng e. Em bawer dikin ku ne gavekê lê 11 gavan me nêzî azadiyê dike. Bi vê baweriyê çawa Newroz sembola berxwedanê, vejîna jiyanê, vejîna xwezayê ye û zivistanê dike bihar û dewlemend dike, em dibînin ku Newroz jî bi vê wateyê ye û di têkoşîn û pîrozkirina bi dehan salan de me ev dît. Ji bo vê jî bi dirûşma ‘’em ê teqez bi ser bikevin’ ku dirûşma sereke ya Newroza 2017’an e, em diyar dikin ku ji her demê zêdetir em nêzî serketinê ne, ji bo serketinê bi qasî ku ti deman nebûye derfet û delîveyên me çêbûne, ji bo ku di vê serdemê de bi Newroza 2017’an em têkoşîna xwe geştir bikin, îro li Nisêbînê em starta Newrozê didin. Di serî de gelê Nisêbînê, Em dixwazin hemû gelê xwe, hemû hevreyên xwe yên ku li Imraliyê, Edîrne, Silivrî, Kandira û hemû girtîgehan li ber xwe didin, Newroza serokên wê li keleha berxwedanê li Nisêbînê em dixwazin pîroz bikin.
Careke dî jî, ji bo ku ji zextan re bibe bersiv, ji bo ku em aştiyê, azadiyê, demokrasiyê biqêrin, em tevlî Newroza Amedê bibin.’’
Li gel hemû astengiyan jî gel û wekîl bi hev re çûne Çarşiya Qeçaxçiyan.