Li dijî xiyanetê, sembola berxwedanê: Jiyan

Jiyan (Zeynep Erdem) ji aliyê PDK'ê ve li Etrûşê 12'ê Îlona 1995'an hate şehîdxistin. PDK hîn jî ewladên leheng ên gelê Kurd qetil dike; Jiyan jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî xiyanetê re dike.

Di payîza 1991'ê de min li Stenbolê Zeynep Erdem (Jiyan) nas kir. Piştî ku ji girtîgehê derket, tevî Yasîn (Dogan Kiliçkaya) ji bo xwe bigihîne gerîla, em li rê û rêbazan digeriyan. Piştî ku me bihîst 'xwarziya' Yasîn yanî Jiyan li Stenbolê karê ERNK'ê dike, me xwest wê bibîne ku rêyekê ji me re peyda bike.

Yasîn ji Sêwas/Kangalê bû. Jiyan jî. Xizmên hev bûn. Yasîn jê re digot 'xwarziyê'. Diyar e bavê Jiyan, pîrekî Elewî bû. Jiyan bejn dirêj bû, porê wê reş bû. Mîna ku xemgîn bû, lê xwîngerm bû. Mirov dema ku çav lê diket, bi hurmet nêzîk dibû. Sohbetên wê xweş bûn. Hîn destpêkê mirov bi samimiyeta wê dihesiya.

Di hevdîtina destpêkê de got ku wê di demeke kurt de agahiyê bide me û çû. Me ev hevdîtina xwe li Stenbol/Kartalê kir. Piştî çend rojan me li Avcilarê hev dît. Got ku wê rê ji bo me amade kiriye. Di vê hevdîtinê me min ew hinekî nas kir.

Beriya demeke kurt ji Bekaayê; ji qada Rêbertî hatibû. Têkildarî asta têkoşînê hinekî axivî. Qala wan mijaran ku divê di rê de lê baldar bin. Li Avcilarê em gihand hin hevalan. Li wir rojekê man. Roja duyemîn bi otobusê me berê xwe dan Cizîrê. Meha Cotmehê bû. Piştî rêwîtiyeke zehmet me xwe gihand Cizîrê û piştî hefteyekê jî em derbasî Heftanînê bûn. Dawiya meha Cotmehê em gihîştin qada Rêbertî.

Cara duyemîn di Adara 1992'an de li qada Rêbertî min Jiyan dît. Bi israr anîbû ziman ku nikare li metropolan bimîne, dixwaze tevlî nava refêng erîla bibe û ji nû ve hatibû akademiyê. Tevlî 'Dewreya Meşa li Desthilatdariyê' ya Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Piştî demeke kurt Dayika Hatîce hat qada Rêbertî. Rêveberiya akademiyê Jiyan wezîfedar kir ku bi Dayika Hatîce re eleqedar bibe. Car carna me sohbet dikir.

BI BIRYAR BÛ KU BIBE KEÇA ÇIYÊ

Beriya qada akademiyê bi Yasîn re em destpêkê çûn aliyê Metînayê, piştre jî derbasî Heftanînê bûn. Jiyan ji bo rêveberiya Akademiyê hatibû hilbijartin û li Bekaayê mabû. Dewreya dawî ya li Bekaayê bû, piştî ku belav bû hat Heftanînê. Ji Stenbolê ber bi Bekaayê, ji wir jî ber bi Heftanînê, piştre Cûdî û Bestayê; yanî dilê Botanê. Yanî ya ku dixwest pêk anî bû. Min ew vê carê di sala 1994'an de li Bestayê dît. Di karên çapemeniyê de bû.

Em bi biryar bû ku bibe keça çiyê. Hem ji ber fîzîkî hem jî ji ber ferasetên cuda zehmetî hatibin kişandin jî qet gilî û gazin nedikir. Wê bi rastî jî dixwest bibe leşkerek, bibe gerîlayek. Daktîloyeke xwe hebû. Dema ku dimeşiya timî li pişta wê bû. Her wiha kalaşnîkofa xwe hebû, li milê wê bû. Daktîlo û çeka wê mîna ku parçeyek ji canê wê bûn. Gelekî baş li herduyan dinihêrî.

Jiyana gerîla ji bo wê jiyaneke welê bû ku divê teqez pîvanên wê bi cih bêne anîn. Bi her detayên xwe hewl dida li gorî pîvanên gerîla tevbigere.

YASÎN, JIYAN Û EZ...

Min herî dawî di kongerya 5'emîn de li Heftanînê Jiyan dît. Yasîn, ez û Jiyan. Cara dawî em li hev civiyan. Yasîn di platforma kongreya 5'an de got, "Ez êdî partiya Yasîn digirim. Êdî bi rastî jî tevlî PKK'ê dibim'. Jiyan jî ji bo nasnameya ku yekemcar dihate amadekirin wêne dikişand û sicîl amade dikir. Me nasnameyên xwe yên ARGK'ê ji destê wê digirtin. Piştî kongreyê min ew careke din nedît. Agahiya şehadeta wê gihîşt min. Bi Yasîn re jî piştî kongreyê me hev nedît. Ji bo Garzanê hatibû wezîfedarkirin. 12'ê Hezîrana 1996'an şehîd bû.

BIRAYÊ WÊ PÎR KEMAL

Di vê navberê de sala 1994'an min birayê Jiyan Pîr Kemal nas kir ku di karê DHP'ê de bû, nas kir. Ew jî mîna xwişka xwe bejn dirêj bû, zirav bû. Hevalekî bêdeng bû. Li ser şoreşa Tirkiyeyê kûr dibû. Bi hurmet û rêzdarî nêzî partiyê û hevrêyên xwe dibû. Wezîfeyên ku jê re dihate dayin yekser bi cih dianî. Herî dawî di Adara 1995'an de min ew dît. Di havîna 1996'an de tevî komek ji hevalan berê xwe dabû Dersimê. Piştî Yasîn min bihîst ku Pîr Kemal li Garzanê şehîd bûye.

SEMBOLA BERXWEDANÊ YA LI DIJÎ XIYANETÊ

Jiyan (Zeynep Erdem) li Enqereyê mîna Tirkekê mezin bûbû. Jineke narîn bû ku li bajêr mezin bûbû. Bi rêya PKK'ê nasnameya Kurd nas kiribû. Bi rêya PKK'ê di nava şert û mercên giran ên çiyê de bû jineke Kurd a pêşeng. Bi erka pêşengiya Mexmûriyan rabû. Di vê pêşengiyê de li Etrûşê di 12'ê Îlona 1995'an de ji aliyê PDK'ê ve şehîd hate xistin. PDK a ku heta niha fîşekek jî bernedaye dewleta Tirk a mêtinger dagirker, hîn jî ewladên leheng ên gelê Kurd qetil dike. Jiyan jî hîn weke sembola berxwedana li dijî xiyanetê pêşengiyê dike.