Li dijî tecrîdê li Wanê greva birçîbûnê dest pê kir

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîna li gelek bajaran li Wanê jî greva birçîbûnê dest pê kir.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, beriya li avahiya DBP'ê ya bajarê Wanê dest bi greva birçîbûnê bikin mîtîngek li dar xistin. Dayikên Aştiyê piştî çalakiyê ketina avahiya DBP'ê ya bajêr û deset bi greva birçîbûnê kirin.

Li salona çalakiyê pankarta bi nivîsa "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" hate daliqandin. Bi navê Dayikên Aştiyê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Kewê Işik axivî û got, "Ev 18 sal in Birêz Ocalan bi rengekî neheq li Girtîgeha Îmraliyê tê hiştin. Dewlet, li şûna ku daxuyaniyekê bide me xwe ker dike. Em ê bi rêya greva xwe ya birçîbûnê tecrîdê bişikînin. Em dixwazin derhal hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin û deriyên Girtîgeha Îmraliyê bên vekirin."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nadîr Yildirim, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Umît Dede û Yadîşen Karabûlak, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Hacer Ozdemîr, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû, nûnerên KCD'ê, aktîvîstên TJA û gelê bajêr serdana dayikan kirin.