Li dijî bi hezaran leşkerên dijmin, berxwedana 15 gerîla

Rojnivîska berxwedana Şemzînanê - Beşa 2.

"Operasyonê 5 rojan bê navber dewam kir. Operasyona Serero ku ji aliyê bi hezaran leşker, bi dehan maşînên zirxî ve hate destpêkirin, bi rengekî bê encam qediya. Di vê operasyonê de 36 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn." Ev gotin, bêçaretî û têkçûna artêşa Tirk a dagirker a li pêşberî gerîla radixe pêş çavan.

Di sala 2015'an de artêşa Tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi operasyonên berfireh ên ji bo tinekirinê kir. Dis ala 2016'an de jî artêşa Tirk a dagirker ev operasyonên xwe zêde kir. Di vê çarçoveyê de li hemberî gelek cihên Herêmên Parastinê yên Medyayê derket operasyonê. Yek ji van operasyonên tinekirinê jî li herêma Şemzînanê hate meşandin.

Hêzên gerîla bi dirûşma "teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan jî rê li ber serketinê vedike" dest bi berxwedanê kirin. Derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û destan nivîsandin.

Em bi "Rojnivîska Berxwedana Şemzînanê" ku leheng û şahidên vê destanê nivîsandine, vê berxwedana dîrokî hîn dibin:

Demeke kin piştî operasyona Melayanê me plansaziyeke çalakiyan amade kir. Me plana çalakiyek li dijî Girê Harûna kir. Em ê ji sê baskan ve êrîşî gir bikin. Em ê çalakiyê di 27'ê Hezîranê de pêk bînin. Sê komên me berê xwe dan gir. Em vê çalakiyê di nava rojê de dikin. Her kes li cihê xwe ye; em li bendê ne ku koma êrîşê bigihêje cihê xwe. Di vê navberê de balafirên keşfê yên bi tîpa Drone li ser me her digerin. Dengê mîna yê mozan ji wan tê.

ÇAR LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hevalan xwe nêzî gir kirin. Bi derbên xurt ên koma parastinê re çalakiyê dest pê kir. Piştre koma êrîşê kete nava liv û tevgerê. Her komê, bi roketên B-7 li çeperên kiribûn hedef dixistin. Çalakiyê bi qasî 20 deqeyan dewam kir. Gelek kozikên dijmin hatin rûxandin û herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

FERMANDARÊ ŞER Û JIYANÊ

Piştî çalakiyê me xwe vekişand. Hemû komên me vekişiya bûn. Tenê ji hevalên li koordîneyê deng nedihat. Ji ber ku deqeyek-du deqe berî destpêkirina çalakiyê wan li gir xistin, cihê wan kifş bû bû. Piştî çalakiyê di dema vekişînê de balafirên keşfê dîmenê wan kişandibûn. Piştre balafirên şer ên Tirk êrîş kiribûn. Di vê êrîşê de fermandarê me yê eniyê Heval Heqî Cûdî û Delîl Azad şehîd bûn. Dengê bomberdûmanê hatibû me. Lê belê hevalê Serhat ê ji wê komê, dema bi birîndarî gihîşt me, em jê hîn bûn ku şehîd bûne. Şehîdbûna fermandarê me heval Heqî gelekî bandor li me kiribû. Ew fermandarê şer û jiyanê bû. Demeke dirêj li nava refên rêxistinê têkoşiya bû. Li gelek herêman li dijî dijmin şer kiribû. Di gelek çalakî û operasyonan de rizgar rizgar bûbû. Lê belê vê çalakiyê hevalê Heqî ji me standibû. Ew mînaka hevrêtiya rasteqîn, dilnizmî û pakbûnê bû.

OPERASYONA ŞAPATAN

Dijmin, demeke kin piştî Operasyona Melayanê li herêma Şapatanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Artêşa Tirk ji xeta Nehrî û Kanî Botkî heta Meydana û Geliyê Apociyan tevî hezaran leşkerî dest bi operasyona tinekirinê kir. Hevalên ku dîtin dijmin bi pêş ve diçe, ji bo pêşî li vê bigire, li dijî dijmin şer kirin. Hevalan ji 2 baskan ve li dijmin dan. Li baskekî 3 leşker kuştin, li baskê din jî derbên giran lê dan. Ji dijmin gelek leşker mirin û birîndar bûn. Piştî van derbên xurt ên hevalan, operasyon piştî roja destpêkê vekişiya. Vê yekê tirseke mezin xiste dilê dijmin.

OPERASYONA SERERO

Li dû Operasyonên Melayan û Şapatanê, dijmin di dawiya meha Tîrmehê de li herêma Serero dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi vê operasyonê dixwestin gerîla bi temamî tine bikin. Beriya destpêkirina operasyonê, amadekariya me hebû li navenda Şemzînanê em çalakiyê bikin. Hevalên bi coşa vê çalakiyê, ji cebilxaneyê heta sabotajê ji gelek aliyan ve amadekarî dikirin. Şevên bê xew êdî rêbazeke asayî ya jiyana me bûn.

Di nava van amadekariyan de agahî ji me re hat ku dijmin amadekariya operasyonekê dike. Heval Evîndar jî fermandarê koma Serero bû. Wan jî amadekarî dikirin, çeperên xwe zexm dikirin.

OPERASYONÊ DEST PÊ KIR

Taktîka dijmin di her operasyonê de diguherî. Carna bi keşif û hawanan, carna bi êrîşên hewayî, carna jî bi bêdengî li girekî bi cih dibû, liv û tevgera me dişopand û piştî hîn dibû, êrîş dikir. Dûre cihê ku operasyonê lê bikin, dorpêç dikirin û dixwestin me îmha bikin. Operasyona Serero jî bi vî rengî hatibû plankirin. Bi şev gelek top avêtin û bi keşfê çend gir kontrol kirin. Piştî ku agahiya operasyonê hat û dijmin li ser giran bi cih bû, hevalan bi komên ji du kesan li çeperan bi cih bûn. Di nava rojê de tiştek nehat kirin, tenê gundê Serero hate keşifkirin. Êvarê ê bi 4 koman hevalan xwe berdan 3 cihên hatibûn kontrolkirin. Komên hevalên Mordem û Savaş wê tacîz bikira. Koma heval Evîndar jî wê xwe berdan nava dijmin. Koma hevalê Mordem ji ber ku bi aliyê şaş ve çû, li koma heval Evîndar rast hat. Ev yek jî bû sedem ku çalakiya hate plankirin pêk neyê. Li aliyê Demanê jî wê koma heval Alîşer li dijmin bixista.

DIJMIN DÎN Û HAR BÛ

Danê sibehê me bihîst ku dijmin li her derê bi cih bûye. Piştre em hîn bûn, ku bi hezara leşkerên ku tabûreke ji Yekîneyên Komando yên Bolû jî di nav de bû, dijmin her alî girtiye. Û komên me jî baş li cihê xwe bi cih nebû bûn. Dijmin xwest ji aliyê Bîtkarokê bikeve nava gund. Hevalên me bi vê liv û tevgera dijmin hesiyan û di navbera hevalên me û dijmin de şer dest pê kir. Êdî ji gundê Serero dengê fîşekan, bombeavêjan û qareqara leşkeran dihat. Dijmin, ji ber ku nekarî bi pêş ve biçe, dîn û har dibû. Heta jê dihat hejmara leşkeran zêde dikir û erdê gundiyan dişewitand, talan dikir. Gundî bi zorê ji cih û warên wan derdixist.

BI TEKNÎKA XWE HOVÎTÎ DIKIR

Hemû rêyên ku dijmin jê bê, ji aliyê hevalan ve hatibûn girtin. Hevalên me li koma teqwiye ya ji Demanê bihata dixistin. Hevalan li maşînên zirxî yên ji Şapatanê dihatin jî dixistin û pêşî li hatina wan digirtin. Van derbên xurt moral dida hevalên me yên li gundê Serero hatibû dorpêçkirin. Dijmin dema ku nekarî ji bejahî ve bikeve herêmê, vê carê bi teknîka xwe êrîş kir. Bi 2 Kobra û ji bejahiyê ve jî bi tank û topan bi rengekî hovane êrîş kir. Top û fîşekên A-4 mîna baranê dibariyan. Vê yekê tirs û hovîtiya artêşa Tirk radixist pêş çavan.

'ÇI KARÊ ME LI VIR HEYE'

Li herêma Sereroyê em bi giştî 15 kes bûn. Dijmin jî ji hezaran leşker û bi dehan tank û topan pêk dihat. Koma hevalê Savaş koma destpêkê bû ku li dijmin da. Û mayinên ku berê li ser rê bi cih kiribûn, bi wesayîta fermandarê ku operasyon koordîne dikir, teqandin. Dûre şer dest pê kir. Piştre hevalê Savaş çû çeperê û derbên giran li dijmin da. 7 leşkerên ku xwestin biçin çepera hevalê Savaş, bi derbên xurt ên hevalan hatin kuştin. Hin leşkerên birîndar jî dikirin qareqar, bang li hev dikirin û digotin, "Alî min rizgar bike", "Çi karê me li vir heye", "Ev der ne axa me ye, em belasebep li vir in", "Dayê min rizgar bike". Vê qareqara leşkeran li herêma Serero belav bûbû. Hevalên me bi berxwedaneke mezin derbên giran li dijmin dixistin.

GELEK KUŞTÎ JI DIJMIN ÇÊ BÛN

Hevalê Savaş li çepera ku lê bû, nedihişt dijmin bi pêş ve diçe. Dijmin, ji ber ku nekarî ji bejahî ve biçe, desteka hewayî dixwest. Bi Kobra, tank û topan li çepera hevalê Savaş lê bû dixistin. Şer bi giranî li çepera hevalê Savaş diqewimî. Lê belê heval Savaş bi derbên xurt dikir ku dijmin gelek kuştiyan bide. Û ji ber vê yekê dijmin hemû êrîşên xwe dibir ser vê çeperê. Piştî şerekî demdirêj, hevalê Savaş bi sûîqestê şehîd bû.

HEVAL EVÎNDAR...

Di roja duyemîn a operasyonê de, heval Arjîn û Şevger ên di bin fermandariya fermandar Evîndar de, xwe gihandin ser girên di destê yekîneyên dijmin de bûn. Di vê çarçoveyê de gelek girên dijmin lê bû, hatin bêbandorkirin. Çalakiyên wan gelekî bi bandor bûn û derbên giran li dijmin xistibûn. Piştî vê çalakiyê, koma heval Evîndar, bi şev xwest cihê xwe bigherîne. Dema xwest ji pişt dijmin bizîvire û lê bide, kete kemîna tankê. Ewilî heval Şevger şehîd bû. Heval Arjîn û Evîndar jî birîndar bûn. Hevalên Evîndar û Arjîn cenazeyê heval Şevger û malzemeyê leşkerî li cihekî veşartin. Piştre heval Evîndar bi fîşekên A-4 şehîd bû. Heval Arjîn jî ji her du milên xwe birîndar bû. Dijmin çû ser cenazeyên hevalên me û bi îşkenceyê hevala Arjîn a birîndar şehîd kir. Piştî operasyonê, dema em çûn cenazeyan bibînin, rûyê heval Arjîn nedihat naskirin.

Koma heval Zîlan jî xwest ji dorpêçiyê derkeve û ji pişt ve li dijmin bide. Demeke kin piştî derketina ji dorpêçiyê, operasyon li herêma lê bûn hate berfirehkirin. Ji ber derbên xurt ên hevalên di dorpêçiyê de bûn, dijmin dorhêla operasyonê fireh kir. Hevalên koma heval Zîlan dema dîtin dijmin ber bi wan ve tên, li çeperan bi cih bûn. Heval Zîlan hê baş li çeperê bi cih nebû, bi sûîqestê şehîd bû.

36 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Operasyonê 5 rojan bê navber dewam kir. Operasyona Serero ku dijmin bi hezaran leşker û bi dehan maşînên zirxî da destpêkirin bi rengekî bê encam qediya. Di vê operasyonê de 36 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn. 5 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê azadiyê bûn. Operasyona Serero 5 ronahiya hêviyê ji me girt û dilê me êşand. Tevî ku di vî şerî de em hevrêyên xwe yên hêja ji dest didin jî, li ser şopa rastiyê û lêgerîna azadiyê, hemê tola hemû hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin. Û em ê li ser şopa wan bimeşin.