Li Dihokê 33 nûçegihan û aktivîst hatin destgîrkirin

Li Dihokê ya Başûrê Kurdistanê asayîşa PDK'ê di nav 2 mehên dawî de 33 nûçegihan û aktivîstên sivîl hatin destgîrkirin.

Li gorî Rojnewsê van mehên dawî destgîrkirin bi taybetî li herêma Dihokê li Şêladiz, Amediye, Akre û Zaxoyê çêdibin.

Tê diyarkirin asayîşa PDK'ê bi piranî bi ser malan de digire, aktivîstên civaka sivîl û nûçegihanan dike hedef.

Rojnewsê diyar kir van 2 mehên dawî 33 nûçegihan û aktivîst hatine destgîrkirin, navê 15 kesan ji van da.

Nûçegihan Qehreman Şikrî hê jî girtî ye. Gelek jê bêyî ku werin darizandin bi mehan in li girtîgehan in.

Herî dawî li Zaxo dema çalakiyekê 16 ajokar hatin destgîrkirin.