Li Dersimê 9 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Dersimê li dijî HDP'ê operasyonên siyasî kir. Di encama operasyonê de 9 kes hatin destgîrkirin.

Di operasyona qirkirina siyasî de li Dersimê rêveberê berê yê DBP'ê Celal Aydin, Hevserokê berê yê bajêr ê HDP'ê Mûrat Polat, rêveberên HDP'ê Balaban Tûrgût û Cemal Gungormuş, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Mehmet Alî Yazir û rêveberê Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Mûstafa Ataç û Ozcan Ateş, Ferîde Kti û Berîvan Kit Gungormuş hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan Berîvan Kit Gungormuş dayikeke ku pitika wê hîn sê mehî ye.

Tê gotin ku operasyona li Dersimê didome û dibe ku hejmara kesên hatin destgîrkirin zêdetir bibe.