Li Dêrikê cenazeyên 7 şervanên YPG’ê hatin veşartin

Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê 7 şervanên YGP’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên Fermandarê YPG′ê Siyamend Êzidî (Şaxoyan Soryan), Ehmed Dilaymîlan (Şervan Koçer), Îslam El-Tîndak (Şervan Cûdî), Sînan Agirman (Armanc Mêrdîn), Serdar Karakîş (Zaza Amed), Sînan Şêrker (Baran Botan) û Azad Yilmaz (Gelhat Îlah) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Federaliy a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan Fatma Tahir, Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Evrem Îbrahîm, Hevserokê Desteya Tûrîzim û Şûnwaran Hisên Elî, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn, nûnerên partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Hisên Koçer axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: ″Di encama siyasetên qirêj de, dijmin êrîşî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe, hemû planên dijmin têk birin.″

Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan Fatma Tahir jî anî ziman ku gelê rojava li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi awayekî aşityane piştgiriya gelê Şengalê kirin û wiha anî ziman: ″Çeteyên PDK′ê welatiyên ku xwepêşandan lidar xistin gule baran kirin. Vîna me ti carî nayê şikandin. Em îro berxwedana xwe didomînin.″

Piştre jî nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şervanan li goristanê hatin veşartin.