Li Depê artêşê agir berda daristanê, walîtiyê jî qedexe îlan kir

Piştî ku helîkopterên artêşa Tirk li daristana navbera Gundê Norkût û Bajarokê Çat ê Depê gule reşand û agir bi darsitanê ket û şûnde, li 8 tax û gundên girêdayî navçeyê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.

Li 8 tax û gundên girêdayî navçeya Dep a Xarpêtê qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, helîkopterên artêşa Tirk li daristana navbera Gundê Norkût û Bajarokê Çat ê Depê gule reşand û şewat derket. Piştre jî Walîtiyê li 8 tax û gundan qedexeya derketina derve îlan kir.

Li gund û bajarokên bi navê Çan, Karaçan, Kuşbayiri, Sarahan, Kûbatli, Aktoprak, Golçûkûrû û Dogançûkûr qedexeya derketina derve hate îlankirin.