Li Colemêrgê û Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî

HPG’ê, diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehdî Nalîn Mûş de, li Çelê li dijî leşekerê artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistin.

Navenda Ragihandi û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehdî Nalîn Mûş de, gerîlayên HPG’ê û YJA Star li dijî lerşkerên artêşa Tirk li Colemêrgê û navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyên xurt lidar xistin.

HPG’ê di dewam daxuyaniay xwe de ev agahî parve kir:

“29’ê Hezîranê saet 14:30’an, konvoya wesayîtên zirxî ya artêşa Tirk ku ji navenda Colemêrgê ber bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve diçûn, di têketina Çelê de li devera Biyadir hêzên me kirin hedef. Di encama lêxistina xurt a wesayîta Kirpî ya li nav konvoyê de, derbên giran xwar. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker rêya Çelê û Colemêrgê demeke dirêj li tirafîkê girtin.

LI DIJÎ LEŞKERÊN LI GIRÊ ŞEHÎD XEYRÎ ÇALAKÎ

29’ê Hezîranê saet 10:00’an, hêzên me leşkerên Tirk ên dagirker ku li Girê Şehîd Xeyrî bi cih bibûn kirin hedef. Di ecama lêxistinê xurt de 1 leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê balafirên keşfê yên bi tîpa Dron li ser herêmê firiyan ku keşif kirin, di vê navberê de hevalên me Dron kirin hedef û lêxistin. Di encama lêxistin xurt a hevalên me de, Dron ketiy xwarê.

LI GIRÊ ŞEHÎD MAZLÛM LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Dîsa heman rojê saet 17:30’an, hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Şehîd Mazlûm bi cih bibûn kirin hedef û çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.”

HPG’ê, ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kirine û got: “29’ê Hezîranê saet di navbera 16:30- 17:00’an de, balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Mamreşo yê girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûma kiriye. Dîsa heman rojê saet 17:30’an, devera Karker a girêdayî herêmê jî hatiye bomberdûmankirin.