Li Cizîrê li dijî 3 nuqteyên polîsan çalakiyên hemwext

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li dijî polîsan li Cizîrê çalakî kirine û 1 polîs hatiye kuştin, 4 birîndar bûne.

Koordînasyona YPS’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji bo bîranîna heftiya lehengiyê li Cizîrê çalakiyek kirine û 1 polîs hatiye kuştin û polîsan piştî çalakiyê tax dorpêç kirine, bi ser malan de girtine.

Daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê wiha ye:

‘’21’ê Adarê hêzên me YPS’ê di navbera saet 20.00-21.00’an de li taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîr a li dijî 3 nuqteyên polîsan çalakiyeke hemwext lidar xistine. Êrîş ji mesafeyeke nêz pêk hat, di encamê de 1 polîs hate kuştin û 4 jê birîndar bûn. Piştî çalakiyê çeteyên AKP’ê ev tax dorpêç kirine û bi ser hin malan de girtin. Ev çalakî ji bo bîranîna heftiya lehengiyê hate kirin.’’