Li Cenga Heftanînê gerîlayekî Ereb

Ciwanê Ereb Demhat ku li refên herî pêş ên şerê rûmetê cih digire, gotinên wî ne yên jiberkirî ne; sînor, dîwar li pêş tune bûn. Gotinên wî ji dil dihatin gotin û digihîşt gelê wî.

Bû hevpeyvîneke xweş, ku ji bîra min naçe. Ew ne tenê li gel min, her wiha di pênûs, kaxiz, kamera û çavên min de ebedî bû. Wê niha di dil, çav û guhên gelên Kurdistanê û Ereb de jî ebedî bibe. Dibe ku yek ji wan hevpeyvînên gerîla bû ku min herî zêde hewl dida fêhm bikim, carna zehmetî dikişan, carna jî bi kêfxweşî li nava çavên wî dinihêrî.

Navê li xwe kiriye bi Kurdî ye, paşnavê xwe jî kiriye bajarekî Kurdistanê. Bajarê Efrînê ku şervanên YPG û YPJ'ê her roj hewl didin ji nû ve rizgar bikin. Demhat Efrîn. Gerîla Demhat ku bi cewhera xwe bi rê ket. Kêm bi Kurdî zane. Dema ku min jê re got, "Eger dixwazî bi Erebî biaxive" ev bersiv da: "Ji bo bîranîna hevalên Şehîd Goran û Şehîd Rustem ez ê bi Kurdî biaxivim û xwe hîn dilaram hîs dikim."

Gerîlayê ciwan Demhat şer dikir; ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya gelên Kurdistanê, ji bo zarokên ku niha li kolanan dilîzin, ji bo jinên ku her roj tên kuştin, ji bo gelê Tirk ku niha di xewna xefletê de ye, ji bo dawî li polîtîkayên darvekirinê yên li Îranê bên anîn, ji bo cerdevanên dane pêşiya cerdevanan li rêya rast vegerin.

Serpêhatiyeke ciwantiyê, ruhê ciwantiyê, çend agahiyên li ser gerîla, hezkirina ji xakê, dilxwaziya azadiyê, baweriya bi afirandina bedewiyê, hêrsa li dijî zaliman, lêgerînerî û bêguman eşq...

Ev têrê dike ku mirov di oxira wê de şer bikin. Ji bo ciwanek tuf li rûyê dagirkeran bike, ev têrê dike... Wê demê ciwanên Kurdistanê hîn li benda çi ne; Demhat bi navê wan jî berê xwe da çiyê. Gotinên wî jiberkirî nebû; sînor û dîwar li ber tune bûn. Gotinên ji dilê wî diherikîn bi rêya makîneyeke biçûk wê bigihîşta gelê wî. Ev gotin ji bo yekî bîne çiyê têrê dike, zêde ye jî!