Li Botanê însîyatîv bi gerîlayan re ye

Gerîlayên ku li Gundê Melê yê Şirnexê bi ser wesayita leşkerî ya Reo de çalakî kirin û dîmenên wê belav bûyîn gotin însîyatîva şer di dest wan de ye.

Gerîlayên Kurdistanê li hemû deverên Kurdistanê bi çalakiyên xwe derbê li artêşa Tirk dixin. 27’ê Hezîranê gerîlayên HPG’ê li Şirnexê, li Gundê Melê li araziya qereqolê li dijî wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo çalakiyek li dar xistibû û 3 leşker kuştibûn. Di kamereyên gerîlayan de cenazeyên leşkeran xuya dikin. Bala mirov dikişîne ku gerîla di dema çalakiyê de pir rehet in.

Gerîlayên ku çalakî kirin ji ANF’ê re axivîn. Gerîlayê HPG’ê Felat Botan dibêje wan têl derbas kirin û ketin gir û hêzên Tirk ne li benda çalakiyeke wiha bûne. Diyar dike ku wan kemîne li ber wesayita Reo danîne, çekên şexsî, bombeya destan û rokêta B-7 bi kar anîne. Botan dibêje dema ku êrîş bi ser wesayitê de dom dikir wan li gir jî xistiye û wiha didomîne: ‘’Artêşa Tirk tiştek nekir. Piştî ku em vekişiyan li qadê xistin. Ji wan weye ku cihê wan pir ewle ye. Wan hewl didin ku Herekol û Katoyê bi dest bixin. Helbet li cihê ku xwe ewle didîtin dema ku derb xwarin şok bûn. Ji bo ku ji wan weye ku ew qereqol pir ewle ye, dema ku me li wan xist weke ku ji dil derb xwaribin li wan hat.’’

WÊ NIKARIBIN XWE VEŞÊRIN

Botan dibêje artêşa Tirk neçar e ku di wan qereqolan de ku dewleta Tirk li Kurdistanê ava kirine tine bibin, ji  ber ku gerîlayên Kurdistanê li her deverê, her demê wê şerê azadiyê bidin û got, hêzên Tirk bi kû ve biçin, li kû xwe veşêrin jî teqez wê hesab bipirsin.

Felat Botan li dijî qirkirina li Kurdistanê bang li ciwanên Kurd kir û got: ‘’Niha li dijî Kurdan her cure polîtîkayên zilmê û qirkirinê hene. Em gerîlayên Kurdistanê li dijî vê heta dawiyê em ê şer bikin. Divê ciwanên Kurd jî li dijî vê zilmê bisekinin.’’

EM LI KÛDERÊ BIXWAZIN DIKARIN LI WAN BIXIN

Gerîlayekî dî yê ku di çalakiyê de cih girtî Cigerxwin Nêçîrvan jî dibêje ew ê ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd her cure fedekariyê bikin û got: ‘’ Weke ku tê dîtin ne artêşa ne teknîka artêşa Tirk, ne qereqolên ku xwe tê de vedişêrin dikarin pêşiya çalakiyên gerîlayan bigirin. Artêşa Tirk û Erdogan li pêş gerîlayan têk çûne. Qereqola Gundê Melê ya Şirnexê ku me çalakî lê kiribû stratejîk bû. Ji ber ku li ser herdu giran qereqol hene. Ji bo vê jî hêzên Tirk digot belkî di ewlehiyê de ne. Lê em li kûderê bixwazin dikarin çalakiyê bikin. Ev çalakî jî ispata wê ye.’’

 ‘JI DEREWÊN WAN BAWER NEKIN’

Gerîla Demhat Şoreş jî dibêje divê gelê Kurd ji operasyonên psîkolojîk ên Erdogan û alîgirên wan bawer nekin ku dibêjin wê gerîla biqedînin û got: ‘’Îro însîyatîva şer di dest gerîla de ye. Dewlet bi hemû îmkanên xwe êrîş tîne.

 

Digotin biharî ew ê gerîla biqedînin. Lê îro gerîla ji her demê xurtir e. Her roj cenazeyên leşkeran bi bajarên cihê yên Tirkiyê de diin. Li gel vê jî AKP bi medyaya xwe gel dixapîne. Divê Kurd û Tirk ji gotinên Erdogan bawer nekin. Artêşa Tirk li pêşberî gerîla nikare şer bike. Heta ku em azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi dest ve bînin jî têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa em ê bidomînin.’’