Li Bînarê Qendîlê Cejna Remezanê hat pîrozkirin

Li Bînarê Qendîl Cejna Remezanê ji aliyê şêniyên wê ve hat pîroz kirin.

Heyeta Tevgera Azadî li Bînarê Qendîlê bi serdana malbatan cejna Remezanê pîroz kir û diyar kir ku ger Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were, wê ev yek ji bo hemû gelê Kurd deriyê serkeftinê veke.

Piştî nimêja cejnê, li hemû gundên Bînarê Qendîlê şêniyên gund cejna hev pîroz kirin. Di rojên taybet û cejnan de Gundên li Bînarê Qendîlê ji her demê zêdetir qelebalix dibin. Gelek xizm û nasên şêniyên gundên Bînarê Qendîlê ji bo pîrozkirina cejnê li Bînarê Qandîlê bûn.

Her wiha Heyeteke ji Tevgera Azadî ve jî mal bi mal cejna hemû şeniyan pîroz kir. Heyet li her gundî ji aliyê şêniyan ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin û şêniyên gundan her wiha derbarê serdana heyeta Tevgera Azadî  kêfxweşiya xwe nîşan dan.

Heyeta Tevgera Azadî bi serdana gel ve girîngiya Yekîtiya Kongreya Neteweyî anîn ziman û ev yek ji aliyên gel weke xebateke pîroz hat nirxandin.