Li bejahiya Ûrmiyê yekîneyên kontra digerin
Diyar bû ku li bejahiya Ûrmiyê hin komên kontra bi cil û bergên gerîla digerin.
Diyar bû ku li bejahiya Ûrmiyê hin komên kontra bi cil û bergên gerîla digerin.
Diyar bû li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hin komên kontra cil û bergên gerîla li xwe kirine û li bejahiyê digerin.
Li gorî jêderên herêmê ku agahî dane ANF’ê, li gundên Sepançe, Mewane, Nanas, Qedo, Derbend û Berdeser ê Ûrmiyê yekîneyên kontra digerin.
Diyar bû ku kontrayên cil û bergên gerîla li xwe kirine zextê li gel dikin û bi zorê pereyan ji wan distînin. Te texmînkirin ku komên kontra girêdayî Îranê ne.
23’ê Gulanê di şerê Ûrmiyê de hatibû ragihandin ku 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. 28’ê Gulanê jî ajansên Îranê daxuyandibûn ku di şerekî de serdarek û 2 pastar hatine kuştin û 8 pastar jî birîndar bûne.
Piştî vê Fermandarê Mihafizên Sînor ê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Îranê General Qasim Rizayî gotibû, "Em ji bûyerê Tirkiyê berpirs dibîbinin" û vê jî guman çêkiribû ku li ser xeta sînor Tirkiye di nav hin xebatên provakatîf de ye.