Li Bedlîs û Wanê xebatên 'NA' didomin

Ji referandûmê re tenê çend rojek ma û hevdîtinên HDP'ê û DBP'ê yên bi gel re berdewam dikin.

Li navçeyên Payîzava, Ebex û navenda bajêr HDP'yî û DBP'yî bi gel re civiyan û ji gel daxwaz kirin ku piştgiriyê bidin dengê 'NA'.

PAYÎZAVA

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan di çarçoveya xebatên 'NA' de li navçeya Wanê Payîzavayê bû. Gel eleqeyek mezin nîşanî Botan da û Botan behsa giringiya referandûmê ji gel re kir.

EBEX

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî bi serdanên gundên Ebexê re, pirsgirêkên gel guhdar kir. Geverî diyarkir ku wê referandûma 16'ê Nîsanê qedera gel bide diyarkirin û got ku politîkayên qirkirinê yên AKP'ê ku di 2 salên derbasbûyî de li ser gelê Kurd dayî meşandin de wê gelê Kurd bersiva vê di 16'ê Nîsanê de bide.

 TUŞBA

Parlamentera HDP'ê a Wanê Bedîa Ozgokçe jî li navçeya Tuşba yê bi gel re civiya. Ozagokçe diyar kir ku AKP ji bo qetlîmanên ku 2 sale kirin meşrû bike, erêkirinê dixwaze û gel wê neyê van leyîstokan. Wê gel bibêjin 'NA'.

ÎPEKYOLÛ

Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên navçeya Îpekyolû yê ji derî derî digerin û bi gel re dicivin. Eleqeyek mezin nîşanî heyeta HDP’ê û BDP’ê hate kirin.

BEDLÎS

Parlamentera HDP'ê a Bedlîsê Mizgîn Irgat û rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr di serdana xwe ya gundan de bi gel re hatin cem hev. Irgat di axaftinên xwe yên serdanê de diyar kir ku gelê Bedlîsê weke heta roja me ya îro, wê ji niha û pêve jî, ji AKP'ê re bêje 'NA'.