Li Başûrê Kurdistanê starta Newrozê li Kerkûkê hate dayîn
Li Başûrê Kurdistanê, pîrozbahiya Newrozê îro li herêma geştê ya Sîvesor a Kerkûkê starta wê hate dayîn. Bi hezaran kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bibûn, bertekên wan ên li dijî êrîşa li ser Şegalê derket pêş.
ANF
KERKÛK
în, 17 adarê 2017, 17:07
Pîrozbahiya ku ji aliyê Tevgera Azadî ya Kurdistanê (Tevgera Azadî) ve hate organîzekirin, peyamên gelek partî û aliyên siyasî hatibûn şandin, hatin xwendin.
Di axaftinên li qada Newrozê de ku ji aliyê Hîzba Zehmetkêşanî Kurdistan, Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Kurdisan û RJAK ve hatin kirin, bertekên li dijî êrîşa li ser Şengalê, hatin ziman, bang li tevahî Kurdan kirin ku yekîtiyê ava bikin. Dîsa partiyên siyasî yên ku amade bûn peyamên xwe yên nivîskî şandin, hate diyarkirin ku divê li dijî hemû êrîşan bi seknekî netewî raber bikin û yekîtiya gelê Kurd bê çêkirin.
‘KÎ ÊRÎŞÎ GERÎLAYAN BIKE HIŞMENDIYA WÊ YA DAIŞ’Ê YE’
Piştî peyamên partiyên siyasî û şûnde, li ser navê Pêşmergeyên Dêrîn û Gerîlayan daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku hêzekî netewî ne û divê li dijî dijminên hevpar şer bên kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Şengalê PDK û leşkerên Tirk bi destê çeteyan dixwazin her du hêzan bînin pêşberî hev, diyar kir ku wê ev ziyanê bide destkeftiyên Kurdan, divê her kes li pêşberî lîstokên bi vî awayî hişyar û rawestin.
Piştre jî berpirsyarê Pêşmergeyên YNK’ê yê Kerkûk û di heman demê de endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Westa Resûl axaftin kir. Resûl diyar kir ku pêşmerge û gerîla Kerkûk jî di nav de li gelek Herêmên Başûrê Kurdisanê li dijî faşîzma DAIŞ’ê li eniyên hevpar de şer kirin. Resûl wiha got: “Îro kî dibe bila b ibe yê li dijî gerîlayan şer bike, li gel DAIŞ’ê di heman eniyê de cih digire. Divê ti demê gerîla û pêşmerge lûleya çekênxwe nedin hev. Tevî wan tecrûbeyan îro dîsa yên ku dixwazin şerê birakujiyê derxînin, xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne.
Li gel komên muzîkê yên Şehîd Destan, Şehîd Ararat û ŞEhîd Ahmet Qamişlo, hunermed Bermal Çem, Kerîm Xanesûrçî, Mihemed Wertî jî derketin ser dikê. Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso, Serokê Meclîsa Avakar a Şengalê Xidir Salih jî axaftin kirin.