Li Banê kolberek din hate qetilkirin
Hêzên rejîma Îranê li sînorê Meran a ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komeke kolber reşand û kolberê bi navê Mihemed Emîn Qadirî hate qetilkirin.
Hêzên rejîma Îranê li sînorê Meran a ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komeke kolber reşand û kolberê bi navê Mihemed Emîn Qadirî hate qetilkirin.
Kiryarên rejîma Îranê ya li ser Kolberan ên li ser sînor bê navber didomin.
Li gorî Kolber News, îro hêzên ser bi rejîma Îranê li sînorê Meran ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komeke kolber reşand. Di encama guleraşandinê de Kolberê bi navê Mihemed Emîn Qadirî yê xelkê Banê ye hate qetilkirin.
Hate ragihandin ku Emîn Qadirî zewicî ye û zarokên wî jî hene.