Li Bagokê qedexe û liv û tevgera leşkerî

Li gundên li quntara çiyayê Bagokê, 'qedexe' hate ragihandin. Li herêmê liv û tevgera leşkerî dest pê kir. Kesek hate destgîrkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, Walîtiya Mêrdînê li bejahiya Çiyayê Bagokê derketina derve 'qedexe' kir. Gundên Êlîm, Efşê, Geliyê Sora, Merbab, Berkurk, Mişawil, Qudb, Fisqîn, Hibab, Badîbe, Sîderî, Xirabêmişka, Marîne, Şekrîn, Bahmin û Yol jî di nav de 16 gund û gundikan "qedexe" ate ragihandin.

Gundên navborî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin dorpêçkirin. Helîkopterên leşkerî li ser herêmê digerin. Liv û tevgera hewayî li herêma bejahî ya navbera navçeyên Mîdyat û Nisêbînê jî vê sibehê hebû.

Li bejahiya gundê Marîneyê di serdegirtina malan de Gulperî Aslan a 50 salî hate destgîrkirin.