Li Avaşînê şerekî giran didome

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerî danî qada Mervanos a Avaşînê û girên Şehîd Zêrîn, Şehîd Bêkes û Pîramîtê ya qada Şukê. Li van qadan şerekî giran didome.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin êrîşên dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didome.

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerî danî qada Mervanos a Avaşînê û li vir şerekî giran dest pê kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin şer li Girên Şehîd Serdar û Şehîd Dilgeş gurtir bûye. Çavkaniyan ragihandin ku mirî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker heye.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li artêşa Tirk a dagirker li qada Mervanos a Avaşînê û girên Şehîd Zêrîn, Şehîd Bêkes û Pîramîtê ya qada Şukê jî êrîşên xwe berfirehtir kiriye.