Li aqûbeta Ay ê hate revandin û 27 sal in windaye pirsîn

Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê li Amedê li aqûbeta Adyin Ay pirsîn.

Di çalakiya 602’an a Xizmên Windayan a li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê her hefte bi dirûşma ‘Winda bila bê dîtin, berpirs bê darezandin’ tê lidarxistin de, vê carê li aqûbeta endamê Partiya Kedê ya Gel (DEP) ê Êlihê Aydin Ay ê 10’ê Tîrmeha 1993’an hate revandin û êdî jê agahî nehate girtin hate pirsîn.

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acar diyar kir ku Aydin Ay ê sala 1966’an li Êlihê hate dinê li gel malbata xwe li Êlihê dijiya, debara xwe bi karkeriyê dikir. Acar destnîşan kir ku endamê endamê Partiya Kedê ya Gel (DEP) ê Êlihê Aydin Ay ê 10’ê Tîrmeha 1993’an saet  derdorî 20:00-21:00’an ji mala xwe ya li taxa 19’ê Mayîsê ji bo girtina cixareyê derdikeve, piştî ku derket û şûnde ji aliyê 3-4 kesên sivîl û cilên reş li ser wan ve bi zora çekê hate derbkirin û xistin wesayîtê û revandin.

Acar got: “Dayika wî Ramziye Ay, berî ku bê windakirin 3 roj şûnde diçe Midûryeta Emniyetê ya Êlihê û ji bo kurê xwe 14 rojan xwarin û cil dibe. Her dema ku xwarin û cil dibir, polîs notek didanin ser û wisa dikarî bigire. Di roja 15’an de polîsê erkdar ê li emniyetê ji bo dayika Ramziye Ay xwarina aniye nagire û diyar dike ku Aydin Ay ne desgîrkiriye. Dayika Aydin Ay xwarin û cilên ku roja berî wê anî li ser mase ye dibîne. Bav û dayika Aydin Ay serî li dozgeriyê didin. Lê dozger qebûl nake ku Aydin Ay destgîrkiriye. Hemû serdanên hiqûqî yên malbata yên ji bo saziyên fermî bê encam dimîne. Ji Aydin Ay 27 sal in agahî nayê girtin.”