Li Amedê xizmên windayan navber dan çalakiyên xwe

Şaxa ÎHD a Amedê ragihand ji ber pandemiya vîrûsa Korona ji bo demekê navber dane çalakiyên xwe yên ‘bila winda bên dîtin û berpirs bên darezandin’.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi daxuyaniyek got: “Ji bo demkî em çalakiya xwe ya ku ber bi hefteya 579 a ‘Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin’ ji ber vîrûsa Covîd-19’an heta agahiyeke nû hatiye taloqakirin.

Ev biryar ji bo dayikên şemiyê û xizmên windayan ti pirsgirêkeke tenduristiyê lê peyda nebin û bi armanca tedbîran û dîsa li ser hevdîtin û nêrînê wna hatiye girtin. Çalakiyên rûniştinê wê girseyî pêk neyên. Lê wê têkoşîna me ya bi maf û edaletê bidome.”