Li Amedê piştî Newrozê 160 kes hatin destgîrkirin - HATE NÛKIRIN
Hate hînbûn ku piştî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê herî kêm 160 kesên ku di nav de zarok jî hene hatin destgîrkirin.
Hate hînbûn ku piştî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê herî kêm 160 kesên ku di nav de zarok jî hene hatin destgîrkirin.
Fînala Newrozê ya ku li 42 navendan hat pîrozkirin li Amedê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî’ pêk hat. Piştî pîrozvahiyên Newrozê gelek kes hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin di nav de zarok jî 160 welatî hatine destgîrkirin.
Hat hînbûn ku zarok birine Şaxa Zarokan a Amedê û welatiyên din jî birine qerekola polîsan a li ser riya Farqînê.