Li Amedê mafên girtiyên jin tên binpêkirin

MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER'ê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê raporek amade kirin.

Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleye Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ya Amedê (OHD) û Komaleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) der barê binpêkirina mafên mirovan ên Girtîgeha Jinan a Amedê de raporek amade kirin û parve kirin. Saziyan diyar kir ku li ser serlêdana malbatên girtiyan çûne girtîgehê û têkildarî şertên girtîgehê de hevdîtin bi 14 girtiyan re kirine. Saziyan destnîşan kirin ku ji bo binpêkirinên girtîgehê û pirsgirêkên heyî tespît bikin rapor amade kirine û gilî kirine.

BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN

Saziyan di raporê de destnîşan kir ku piştî hevdîtina bi girtiyan re gelek binpêkirinê mafan tespît kirine û wiha rêz kirin.

"*Destpêkê hatiye tespît kirin ku di odeya ku parêzer û muwekîl hevdîtinê dikin, gardiyan hem ji korîdora rastê hem jî ji ya çepê odeyê dişopînin.

 *Ji ber ku xwarina girtîgeh dide ji aliyê proteîn û vîtamînê ve kême, di hinek girtiyan de kîlo dayîn çêbûye. Bi pêvajoya pandemiyê pêwistiyên weke goşt, fêkî û sebzeyan kêm dane girtiyan û her tim heman xwarin dane wan.

 *Bi pêvajoya pandemiyê pêwistiyên ku girtî ji kantînê bigirin zêde bûne lê ji ber ku bi bihayekî zêde tên firotin girtî nikarin pêwistiyên xwe pêşwazî bikin. Ji ber zêdebûna biha hat diyar kirin ku malbatên girtiyan jî nikarin pêwistiyên girtiyan pêşwazî bikin.

 *Eylem Oyûnlû ya ku di serdema lohûsayê de bi pitika xwe ya 10 rojî re hatibû girtin ji ber gardiyanan lêgerîna tazî li wan kir hat gotin ku ketiye travmayê.

 *Aktîveteyên sosyal, mafê derketina qada hevpar û di navbera odeyan de guhertin bi hinceta pandemiyê hatine astengkirin.

 *Dema girtî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê xwestin biçin nexweşxaneyê ji ber ku dikin hucreyên yek kesî, ji bo ku neçin nexweşxaneyê mecbûr dimînin ku pirsgirêkên xwe taloq bikin.

 * Dîsa hat diyar kirin ku bijîşkê ku li revîrê girtiya muayene dike giliyên girtiya nivîskî digire û hat diyar kirin ku carekê dermanên girtiyekê xelet dane lê girtî pêhesiya ye. Bijîşk ev yek tenê wek xeletiyekê bi nav kiriye lê di hevdîtinê de hat diyar kirin ku îhtîmala vê xeletiyê pêşî li pirsgirqêkeke tenduristiyê ya mezintir veke hebûye.

HIN ROJAN BIJÎŞK TUNE

 * Ji ber ku bijîşkî rûbirû hevdîtin pêk nîne xemsariyeke wî ya mezin çêbûye lê li gel fikara ku bi pêvajoya pandemiyê ya tenduristiyê jî ev îhmal berdewam kiriye. Hat diyar kirin ku hinek rojan bijîşk tune ye û wan rojan kes tune ye ji bo tenduristiya girtiyan bi wan re hevdîtinê pêk bîne.

 * Dîsa hat diyar kirin ku di şertên girtîgehê de pêwistiya herî zêde pirtûk in lê danûstandina di nav odeyan de tune ye.

 * Wêne kişandina girtiyan bi 3 kesan sînordar kiriye û wênekişandina komî hatiye qedexe kirin. Ev yek jî ji aliyê aboriyê ve ji bo girtiyan dibe pirsgirêk. Li ser vê girtî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirine jî lê tu encamên erênî ne girtine. Girtiyan diyar kir ku ji xwe tim bi hev re ne di odeyê de wate nedane vê qedexeyê û derbarê vê pêkanînê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

BALÎFÊN QIRÊJ DIDIN GIRTIYÊN DI QARANTÎNAYÊ DE

 * Hevdîtina ku bi girtiyên odeya karantînayê re hatin kirin hat diyar kirin ku roja ku hatin girtin di odeya karantînayê de tiştên weke çarşef, balif, mase û kursî tunin. Dema çarşef hat xwestin jî tenê balifên qirêj didin. Dema girtî li dijî vê yekê derketin jî ji wan re ‘hûn çima dawiya hefteyê hatin, çavên xwe bigirin û razên’ tê gotin û nikarin 5 rojan ji qantînê dan û standinê bikin.

 * Di nava girtîgehê de name di hefteyê rojekê tenê carekê tê wergirtin û bi APS şandinê jî 15 rojan carekê dişînin. Ji bajarê ku girtîgeh di tê de nameya kesekî piştî hefteyekê digihe cihê xwe.

 * Dema girtî nû tên girtin û malbatan bi destûra dozger hevdîtin bi wan re pêkanî, mafê wan yê hevdîtina mehane tê astengkirin.

 * Paçikên bi gaz yên ji bo pansumana girtiya nexweş Semîre Dîrekçî didin kêm didin û hinceta wan ya kêm dayînê jî dibên ‘hûn nizanin pansumanê bikin gelek paçikan bikartînin’ e.

 * Girtiyan herî dawî diyar kirin ku pêvajoya şewba vîrusa coronayê bandoreke neyînî li ser wan kiriye û her tiştê ku sînordar dikin bi hinceta pandemiyê zêdetir dikin.”

PÊŞNIYAR

 Pêşniyarên saziyan yên ji bo îhlalên mafan bên bi dawî kirin ev in:

 "* Ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi dawî bibin divê serlêdanên hiqûqî û serlêdanên sûc werin kirin.

 * Derbarê pirsgirêkên girtîgehan de divê saziyên netewî û navnetewî yên ku eleqedar divê werin agahdar kirin û serîlêdanên pêwîst werin kirin.

 *Ji bo şertên jiyanê û tedawiya girtiyên nexweş were baş kirin divê serlêdanên pêwîst werin kirin."