Li Amedê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî hate lidarxistin

Li Amedê di çarçoveya 'Pêngava Tolhildana Sor' de li hemberî apartmaneke ku narkotîk lê dihate firotin çalakî hate lidarxfistin. Yekîneya Şehîd Rizgar Farqîn diyar kir ku her kesên xizmetê ji faşîzmê re dikin, wê bibin hedefa wan.

Yekîneya Şehîd Rizgar Farqîn ji bo 'Pêngava Tolhildana Sor' a DGH û DGK-H'ê silav dike, çalakiyek li dar xist. Yekîneyê li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li hemberî apartmaneke ku fûhûş û firoşkariya narkotîkê lê dihate kirin, bi teqemeniyê çalakî kir.

Di daxuyaniya yekîneyê de hate ragihandin ku tîmên wan piştî çalakiyê bi rengekî ewle ji herêmê çûne û hate gotin, "Piştre gelek wesayitên zirxî û polîsan dor li herêmê girtin. Bi dehan tîmên taybet bi wesayitên ranger sewqî herêmê hatin kirin.

Apartmana Ozçelîk ku çalakî lê hate kirin, navenda fûhûş, narkotîk û qumarê ya MÎT'ê bû. Ji xwe ji tîmên taybet û polîsên sewqî herêmê hatin kirin jî tê fêhmkirin ku ev avahî ji bo MÎT'ê gelekî girîng e. Li qatê destpêkê yê avahiyê qumar, li qatên duyemîn û sêyemîn jî narkotîk dihate firotin û fûhûş dihate kirin."

'EM Ê JIYANÊ LI WAN BIHERIMÎNIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di Pêngava Tolhildana Sor de ku DGH û DGK-H'ê dan destpêkirin, bi hêrsa sor em ê jiyanê li yên fûhûşê didin kirin û hevkarên wan biherimînin. Dijminê li Kurdistanê û her kesên rê didin dijmin di hedefa me de ne. Polîs, bekçî, hevkarên wan, alÎgirên wan, her kes û her saziyên hevkarê wan di hedefa me de ne. Dijmin wê nikaribe bi rehetî tevbigere, hevkarên wan wê nikaribin hilmê bistînin. Serkêşê vê şebekeya fûhûşê û hevkarên wan wê timî di hedefa me de bin. Dijmin û her kesên bi dijmin re hevkariyê dikin, her kesên xizmetê ji faşîzmê re dikin wê di hedefa me de bin."