Li Amedê desteserkirin hate protestokirin û qala talanê hate kirin

Li Amedê di salvegera desteserkirina qeyyûman de daxuyanî hate dayin. Di çalakiyê de qala talankirina budçeya gel hate kirin.

Di salvegera yekemîn a desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên di destê HDP’ê de daxuyanî hate dayin. Parlementerên HDP’ê, hevserokên HDP’ê yên navçeyan, hevşaredarên peywira wan hate desteserkirin, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberê bajar û navçeyan ên DBP’ê, çalakgerên DÎK, TÛAYDER, MEBYA-DER û TJA’yê tevlî çalakiyê bûn. Polîsên bi barîkatan pêşiya marketa ku wê daxuyanî were dayin girt.

‘PEYAMA DOMANDINA BERXWEDANÊ’

Berdevka Meclîsa Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê Halîme Bayram teksta çapemeniyê xwend û got, “Îradeya gelê Amedê di 19’ê Tebaxa 2019’an de hate desteserkirin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze li her derê faşîzmê ava bike. Em gelên ku demokrasî, azadî û wekheviyê dixwazin li hemberî vê feraseta faşîst, berxwedana xwe didomînin. Avahiyên şaredariyên dikarin bên desteserkirin lê hûn ê nikaribin îradeya vî gelî desteser bikin.”

QALA TALANÊ KIRIN

Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê ku peywira wî hatibû desteserkirin diyar kir ku qeyûman di nava 2 sal û nîvan de şaredariyê Sûrê xistine bin 151 milyon 743 hezar 819 lîra deyn. Ozdemîr diyar kir ku qeyyûm herî zêde ev pere ji bo Muftîtiya Sûrê û Gerînendehiya Perwerdehiyê xerc kiriye û bi qasî 6 milyon û 25 hezaran diyariyên wekî kamera, tv ji saziyan re kiriye.

Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Devîren ê ku peywira wî hatibû desteserkirin jî diyar kir ku di sala 2016-2019’an de qeyyûm li ser şaredariya Yenîşehîrê hatibû peywirdakirin û wan bi qasî 178 milyon 333 hezar lîra bi deyn şaredarî wergirtine. Devîren diyar kir ku gelek avahiyên şaredariyê pêşkêşî saziyên dewletê hatine kirin.”