Li Amedê cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn

32 endamên KESK'ê yên li Amedê, ku di dema daxuyaniya çapemeniyê de bi lêdanê hatin destgîrkirin, bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 17'ê Tîrmeha 2017'an de li dijî derxistina ji kar a bi biryanameyên di hukmê qanûnê de, çalakiyek lidar xistibû, lê belê 32 kes di çalakiyê de hatibûn destgîrkirin. Rûniştina biryardanê ya doza li 32 kesan hatibû vekirin li 10'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê pêk hat. Hin rêveber û endamên KESK'ê yên negirtî tên darizandin û parêzerên wan tevlî rûniştinê bûn.

Endam û rêveberên KESK'ê sûcdarî red kirin û xwestin bên berdan.

Lê belê dadgeriya Tirk salek û 6 meh li her yek ji 32 kesan birî. Kesên hatin cezakirin wiha ne:

"Abbas Aslan,  Abdulbakî Ondeş, Alî Osman Telek, Anil Aslan, Bahar Yildirim, Bedîrhan Çetînkaya, Eray Erdem, Erhan Keskîn, Eser Bûlût, Fatma Kiliç, Fatma Yildizhan, Firat Akdenîz, Gulhan Tekîn,  Gultekîn Aydenîz,  Hasbiye Sol, Hatîce Efe, Huseyîn Kaya, Mahmût Ortaç,  Mehmet Karakaş, Mehmet Nûr Ûlûs, Orhan Baylan, Recep Orûç, Recep Şîmşek, Rengîn Boltan, Rozerîn Çatak, Sîraç Çelîk, Suleyman Bulbul, Şemsettîn Ayçîçek, Umît Çetîner, Zekî Kanay, Zelal Bîlgîn, Zulkuf Guneş."