Li Amedê 1’ê Gulanê: Demê rawestandina AKP-MHP’ê ye!

Di mîtînga li Amedê hate lidarxistin de bal hate kişandina ser polîtîkayên şer û mêtîngeriyê. Têkildarî 24’ê Hezîranê peyam hatin dayîn.

Mîtînga DÎSK, KESK, TMMOB û TBB’ê ya sirûda “Bi 1’ê Gulanê em ê rojên xwe bijîn” û “Bijî 1’ê Gulanê” li Qada 5 Hezîran a Demokokrasiyê saet 13:00’an destpê kir. Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên “Kedam me, bedena me, nasnameya me ya me ye”, “Bijî 1’ê Gulan”, “Aştî jî Bihar jî jin wê bîne” û “Ji bo jiyanek weke mirovan û ewlekariya kar ji Rewşa Awarte re NA” vekirin, ketina qadê ji çar aliyan ve destpê kir.

Di mîtîngê de dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Bimre Dîktatoriya Faşîst”, “Bijî Serok Apo” hate qîrikirin de, li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Hewldana 78’an, gelek saziyên civaka sivîl, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD Bedran Ozturk Parlemeterên HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier tevlî bûn.

Di mîtîngê de li ser navê Komîteya Amadekariya Mîtîngê Mehemt Şîrîn Gurbuz, Sekreterê Sendîkaya Kar a Giştî ya Amedê Hasan Yayri Eroglû, li ser navê Desteya Rêveber a Navenda Giştî ya KESK’ê Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy û li ser navê TTB’ê jî Dr. Şeyhmûs Gokalp û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivîn.

 ‘DESTHILTA XWE BI DIJMINAHIYA KURDAN VE LI SER LINGAN DIGIRE’

Temelî di destpêka axaftina xwe da anî ziman ku dema dibêjin Amed Ahmet Arîf tê bîran wan û got: “ Weke wî gotî ev mar in. Van nas bikin. Em van ji Efrînê nas dikin. Ji Cizîrê nas dikin. Ev bi polîtîkayên şer xwe li ser lingan digirin. Ji bo em ji van polîtîkayên şer û hejariyê re bêjin ‘NA’ li qadan kom bûne. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de di serî de em ê AKP’ê ji Amedê û tevahî Kurdistanê derbixin. Ji ber ku l vir dibêjin Kurd lê li Enqerê dibêjin Kurt. Êdî dem hatiye me ji vê rejîmê re bêjin ‘Rawest e’. Em ê xwedî li ked û bajarên xwe derkevin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê di dewama axaftina xwe de ev tişt got:

‘TECRÎDÊ RAKIN’

“Em ji Cizîrê çûn Silopî lê em di çar deriyên gumrikê de derbas bûn. Çûyîna Yewnanîstan ji ya Cizîrê hêsantir e. Her tim kontrol dikin. Ev hemû tecrîd e. Vê tecrîdê jî bi tecrîdkirina birêz Ocalan destpê kir. Em li vir bang dikin, wê tecrîdê rakin.

‘VÊ CARÊ BI 180 PARLEMETERÎ EM Ê BÊN!’

Em ne hesabê 80 wekîlan yê 180 wekîlan dikin. Hesabê van 80 wekîlan ji Kerkûk, Efrîn, Botan û Amedê dizivire. Çareserî bi HDP’ê pêkan e. Ya hûnê bi HDP’ê re siyasetê bikin an jî hûnê birizin û biçin.”

Pîrozbahî bi li ber stranên hunermend Çar Newa û Azad Bedran û govend gerandinê bi dawî bû.