Li Amed û Rihayê gelek kes hatine destgîrkirin
Li Amed û Rihayê bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî gelek kes hatine destgîrkirin.
Li Amed û Rihayê bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî gelek kes hatine destgîrkirin.
Bi çarçoweya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê li navçeyên Kayapinarê û Farqînê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Li navçeya Kayapinarê Ferît Gul hate destgîrkirin.
Li Farqînê jî Aydin, Bariş, Agît Nakçî, Eyûp Bakici, Hebûn Erenfîk û Veysî Solmaz hatin destgîrkirin. Kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûrtiyeta Emniyetê ya Amedê.
Li Wêranşarê ya Rihayê jî Eyûp Aslan hate destgîkirin.