Li Alîpaşayê rastiya hilweşandinê derket holê

Xebatên hilweşandina taxa Alîpaşa ya li Sûrê ku bi destê Hikûmeta AKP’ê bi navê ‘veguherîna bajêr’ dest pê kiribû,li taxê xebatên dest pê kirin.

Li gorî agahiyan ji hêla TOKÎ’yê ve li taxê pêşî 52 avahî, du otêlên butîk û navendeke kirîn û firotinê wê were danîn. Tê gotin ji niha ve TOKÎ’yê avahiyên ku wê çêbikin firotiye jî.

Li taxa Alîpaşa ya Sûrê ku para ji hêla TOKÎ’yê ve, bi hinceta ku ‘avahiyên bi rîsk hene’ ji Gulana par ve bi navê ‘veguherîna bajêr’ biryara hilweşandina wê hatibû dayin, qediyan. Niha jî li taxê  TOKÎ ev çend heftî ne taxê dipîve.

Piştî pîvandina qada ku bi barîyeran dor lê hatiye pêçan, kolandina avakirina navenda kirîn û firtoinê, avahiyan dest pê kir.

Li gorî agahiyan TOKÎ wê 52 avahiyan, 2 otêlên butîk û navendeke kirîn û firotinê ava bike. Plana wê tê kirin ku avahiyên ku wê werin çêkirin divê ji Sûran nebihurin û 2-3 qatî bin.

Tê payin ku navenda kirîn û firotinê, otêl û avahî di nav 18 mehan de radest bikin.

Tê diyarkirin ku ji niha ve karê kolandinê û çêkirina avahiyan TOKÎ’yê daye kesên nêzî AKP’ê.

DI QONAXA DUYÊ DE LALEBEY Û TAXÊN DÎ WÊ WERIN HILWEŞANDIN

Diyar bû ku çend mehên pêş li taxa Lalebeyê wê xebatên hilweşandinê dest pê bike. Diyar bû ku rayedarên TOKÎ’yê di qonaxa 2. de wê li Lalebeyê dest bi hilweşandinê bikin û ji bo vê jî şêniyên taxê hatine agahdarkirin.

Diyar bû ku hilweşandina Sûrê wê bi 5 qonaxan pêk were, qonaxa pêşî Alîpala, ya 2. Lalebey, 3. Iskerderpaşa û di nav 2 salan de tê payin hemû taxên li başûrêrojhilat ji hêla TOKÎ’yê ve werin hilweşandin.