Li Agiriyê li ber dibistanan wesayîtên bê plaqe hatine bicihkirin
Li Agiriyê li ber gelek dibistanan wesayîtên bê plaqe hatine bicihkirin. Muşahîdên HDP’yî jî bi hinceta ‘ewlekariyê’ ji aliyê polîs û tîmên taybet ve ji dibistanan hatin dûrxistin.

Li Agiriyê ku dengdayîn bi dawî bû, li ber gelek dibistanan wesayîtên bê plaqe hatine bicihkirin. Wesayît bi taybet li ber dibistanên ku di hilbijartina berî niha de dengên zêde ji HDP’ê re derketibûn hatine bicihkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî dorpêça polîsan dan ji bo ewlekariya sindoqan tedbîran digirin.
PATNOS
Li navçeya Patnos a Agirî li Dibistana Seretayî û Navîn a Yunus Emre, polîs û tîmên taybet hemû muşahîdên HDP yî bi hinceta ewlekariyê ji dibistanê derxistin. Li gel vê hatin ragihandin ku polîsan destûr nedane parlamenterê Agiriyê yê HDP’ê Bedran Ozturk derbasî dibistanê bê kirin. Li baxçeyê dibistanê wesayîtên zirxî rawestiyane.
QEREYAZÎ / TEKMAN
Li navçeyên Qereyazî û Tekman ên Erzîromê, heyeta ji Danîmarka hatibû, çavdêrên Partiya Enhedslîsten, Anpersen-Harild û Bo. Haxthaûsen ketina wan a dibistanê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Çavdêr ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin, hate diyarkirin ku li tevahî navçeyê bûyerên ne asayî qewimîne. Çavdêr ji gelek dibistanan bi darê zorê hatin dûrxistin.
MEHMÛDÎ
Li navçeya Mehmûdî ya Wanê Ozkan Kandeger ji bo dengê xwe bikar bîne berê xwe dabû Lîseya Ahmet Nacar, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî wiha diyar kirin: “Li gor muşahîdê AKP’ê dikare dengê xwe vekirî bikar bîne.”
MÎKS
Li navçeya Mîks a Wanê jî, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Mesût Yabalak ji aliyê polîsan ve hat derbkirin. Hate diyarkirin ku Yabalak li hemberî girtina polîsan a deriyê polê û Dibistana Seretayî Mîr Hesen derketiye, polîsan êrîş birine ser û ji dibistanê hatiye dûrxistin.