Li Agiriyê hevdîtinên ‘NA’yê: Em ê rojên xweş bibînin!
Li gorî plansaziya hevpar a KCD, HDK, HDP, DBP û TJA’yê çalakiya hevdîtinên bi gel re, li Agiriyê dom kir.
Li gorî plansaziya hevpar a KCD, HDK, HDP, DBP û TJA’yê çalakiya hevdîtinên bi gel re, li Agiriyê dom kir.
Hevdîtinên bi gel re yên ji bo referandûmê li Agiriyê dom kir. Wekîlê Serokatiya Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcihan Şîmşek, parlementerên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdan Ozturk, Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Fatma Kûrtûlan û endamên HDP û DBP’ê beşdarî hevdîtinan bûn.
‘JI BO CIZÎR, SILOPÎ Û ZIMANÊ ZIKMAKÎ NA’
Di hevdîtinê de Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek axivî. Şîmşekê diyar kir ku destûra binehî de cihê jinan tune û got: “Di vê Destûra Bingehî de tenê neteweyek û zimanek heye. Em ê ji vê Destûra Bingehînre bibêjin ‘NA’. Li hemberî feraseta ku gelê Kurd înkar dike, em ê bibêjin Na. Di Serhildana Agiriyê de me qetlîma li ser gelên Agiriyê ji bîr nekir. Ji bo çareserkirina kêşeya kurdan 2 sal berê pêvajoyek hebû. Projeya aştiyê ya Rêzdar Ocalan bû û Ocalan digot “Di 6 mehan de ez dikarim vê kêşeyê çareser bikim.” Lê wan çi kirin? AKP got, ‘Kurd tune’ û lingê xwe li maseyê xist. Gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo Cizîr, Silopî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî em dibêjin ‘NA’.”
’13 SAL IN, QALA TIŞTÊN VALA DIKIN’
Piştî Şîmşekê Wekîlê Serokatiya Koma HDP’ê Ahmet Yildirim axivî û got: “Hûn neviyên Serhildana Agiriyê, hevalên Sema Yuceyê ne. Digotin ku wê gaza xwezayî were Agiriyê. Gelo li Agiriyê gaza xwezayî heye? Gelo hat? Vê gaza xwezayî ya li ber serê we diçe Kayserî û Konyayê. Di 5 salan de nexweşxaneyeke Agiriyê neqedandin. Do Serokwezîr dibêje gaza xwezayî û nexweşxane. Baş e, jixwe tu yê nebî serokwezîr, tu qala çi dikî?”
‘EM Ê ROJÊN XWEŞ BIBÎNIN’
Yildirim diyar kir, em ê li Tendûrekê ji bo bîranîna Cezmî Bûdak bibêjin ‘Na’ û got: “ Agirî di 16’ê Nîsanê de wê gotina xwe bibêje. Wê têkoşîna me vala neçe. Em ê rojên xweş bibînin.”
Piştî axaftina Yildirim, heyetê berê xwe da navçeya Patnosê.
PATNOS
Heyeta Referandûmê li Patnosê jî rastî eleqeyeke mezin hat. Piştî danasîna heyetê Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcihan Şîmşek axivî û wiha axivî: “Di 7’ê Hezîranê de we 80 parlementer şand meclîsê lê hikumeta AKP’ê çi kir? Darbeyeke siyasî kir. Li îradeya we darbe kir. Li hemberî vî tiştî em ê mal bi mal, kolan bi kolan bixebitin.”
‘EM DENGÊ XWE NADIN KESÊN KU ME BI SAXÎ DIŞEWITÎNIN’
Wekîlê Serokatiya Koma HDP’ê Ahmet Yildirim li vê derê jî bi bibîranîna alimê Kurd Îzzet Yildirim û Hozan Serhat dest bi axaftina xwekir wiha domand: “ Di 16’ê Nîsanê de gelo em ê bi hev re bijîn? Em ê dengê xwe bidin vî tiştî. Ma em ê dengê xwe bidin kesên ku ciwanên me bi saxî şewitandin?”
BANGEWAZIYA PARASTINA SINDOQAN
Yildirim bang kir ku, divê xwedî li sindoqan derkevin û biparêzin û got: “Nehêlin pisîk têkevin trafoyan. Bi fen û fûtan hatin vê derê. TV ji me re qedexe kirin. Hevserokên me û partiya me xeyalên wî yên serokatiyê pûç kir. Ji ber wê hevalên me girtin. Em ê dîsa wî nekin serok. Wê ev gel azad bibe û em ê di wekheviyê de bijîn.”