Li Agiriyê dest danîn ser koliyên alîkariyê yên HDP’ê

Li Agiriyê bi hinceta ku koliyên alîkariyê ji bo kesên muhtac belav dikirin, 2 HDP’î hatin berdan, lê dest danîn ser koliyên alîkariyê.

Di çarçoveya kampanyaya piştevaniyê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji ber şewba pandemiya Covîd-19 hatibû destpêkirin, li Agiriyê Rêveberê Navçeya Navenda Agiriyê Hakan Maglay û endamê wan Yûnûs Keser ên bi hinceta ku koliyên alîkariyê belav dikirin, piştî hatin destgîrkiri, hatin berdan.

Polîsên ku dest danî ser 50 koliyên alîkariyê, weke hincet jî ji derveyî Koma Desteka Sosyal a Wexfan belavkirina alîkariyê qedexe ye.

Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê jî, ji bo koliyên alîkariyê bigirin, li dozgeriyê giliyê sûc kir.