Li Şirnexê yên ziyanê didin yekîtiya netewî protesto kirin

Di çalakiya li Şirnexê de bal kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî, yên ziyanê didin yekîtiyê jî protesto kirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir axivîn, peyamên li dijî şerê navxweyî da û hişyarî kirin.

Beriya daxuyaniya derbarê yekitiya neteweyî ya siyaseta Kurd ku bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlementerên HDP’ê yên heremê, li pêş avahiya HDP’ê ya Şirnexê pêk were de, gelê Şirnexê li avahiya HDP'ê kom bû.

Girseya ku bi mûzîkê re govend gerand bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ve hate dayin.

Ewilê Guven axivî û diyar kir ku yên biryaran li ser gelê Kurd digirin divê carekî din bifikirin. Guven anî ziman di nava Kurdan de krîzek heye û ev nirxandin kir: “Em li vir li ser navê dayikên Kurd bang dikin; Ji şerê nava Kurdan ti destkeftiyê kesê wê nebe. Divê her kes vê zanibe; tu Kurdek şerê navxweyî qebûl nake. Yên vê dixwazin kesên ku dixwazin me qir bikine. Heta niha çi hatiye serê me ji ber nebûna yekîtiyê ye. 50 milyon Kurd hene çima yekîtiya xwe ava nake.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parçeyek ji vê lîstikê ye. Niha li zindanan grev hatine destpêkirin, yekan e daxwaz rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan e. Li erdnîgariya em lê polîtîkayên qirêj tên kirin. Divê em li dijî van  polîtîkayan xwe bi hêz bikin û îtifaqan çêbikin. Ya dayik anîn ber derê avahiya partiyê polîtîkayên dewletê ne. Em bi van lîstikan nexapin. Cihê dayik lê rûnin pêş deriyê AKP’ê ye.

Ev sed sal sedsala me ye. Li her derê Kurd li ber xwe didin. Em bi vê bawer bikin û li gorî wê bikevin tevgerê.

Keskîn jî ev got: “Em dibînin ku desthilata AKP-MHP’ê dixwazin destkeftiyên Kurdan tine bikin. Lê bila vê baş bizanibin Kurd ne Kurdên berê ne. Gelekî ku ketine ferqa zanabûna yekîtî û gelekî statû qezençkiriye. Daxwazên gelê herêmê muzakere û diyalogg e, ev daxwazên me tevan in. AKP-MHP li pey stratejiya şer e. Gelê Kurd neçare parastina yekîtiya netewî bike. Em Kurd têkoşîna xwe bidomînin. Divê hişmendiya yekîtiyê tavilê pêk bê. Pêkanîna vê jî erkê Kurdan e. Bi vê hişmendiyê divê bikevin tevgerê.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre xiyanet, bijî Kurdistan’, ‘Bê Serok jiyan na be’, ‘Bijî yektîya gelê Kurd’, ‘Bijî HDP’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hatin qîrkirin.