Li Şirnexê 4 rojnamevan hatin destgîrkirin

Nûçegiyanên MA Zeyneb Dûrgût û Azad Kaya li gel nûçegihanên Jinnewsê Roda Aydin û Derya Ren li Şirnexê piştî şopandina nûçeyê li navçeya Cizîrê hatin destgîrkirin.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Azad Kaya û nûçegihanên Jinnewsê Rojda Aydin û Derya Ren, gava ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve dihatin, li têketina navçeyê hatin destgîrkirin. Polîsan çek spart rojnamevanan û li nasnameyên wan nêrî.

Hat diyarkirin ku nûçegihana me Zeynep Dûrgût, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de ku derbarê nûçeya Osman Şîban û Servet Tûrgûtên ji helîkopterê hatibûn avêtin de hatiye destgîrkirin. Polîsan destên Dûrgûtê ji paş ve kelemçe kirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

Her sê rojnamevanên din jî piştî venêrînê hatin berdan.