Li Şirnexê 3 leşkerên ku merasîma wan a cenaze hate kirin kî ne?

Eşkere bû, ku li Fermandariya Giştî ya Sînor a Jendermeyan a 23’an a Şirnexê ji bo 3 çawişên pispor ku diyar bû di şer de hatin kuştin merasîma cenaze hate çêkirin.

Li Fermandariya Giştî ya Sînor a Jendermeyan a 23’an a li navenda Şirnexê beriya bi 3 rojan diyar bû ku ji bo 3 çawîşên pispor merasîma cenaze hatiye çêkirin. Diyar bû ku leşkerên ku navê wan ne diyar e li herêma Bestatê dema ku bi gerîlayên HPG’ê re ketine şer hatin kuştin.

Hate gotin ku di merasîma cenaze de ku êvarî bi rengekî bê deng û bi dizî hate kirin li gel rayedarên dewletê, rêveberên AKP’ê, qorîcî û muxtarên hin gundan hazir bûne.

Derbarê babetê heta niha ji hêla saziyên fermî ve ti agahiyek bi raya giştî re nehatiye parvekirin.