Li Şirnex û Colemêrgê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Şirnex û Colemêrgê yên li dijî artêşa Tirk diyar kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat diyarkirin ku li Colemêrgê 6, li Şirnexê 3 û li Bedlîsê jî leşkerek hatiye kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

COLEMÊRG

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Colemêrg û Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Di 27’ê Hezîranê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Çiyayê Azîzan û Xezalkê ya Colemêrgê bomberdûman kirine. Piştî bomberdûmanê di saet 04.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran yekîneyên taybet daniye qada Xezalkê. Li vê derê hêzên me ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşker hatiye kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

Di çarçoveya heman operasyonê de hêzên me di saet 07.30’an de yekîneyeke dijmin kiriye hedef. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê jî 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Di heman rojê de di saet 14.30’an de hêzên me li nêzî gundê Talê li dijî leşkeran çalakiyeke sabotajê lidar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin hatiye kuştin. Operasyona dijmin berêvarî bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

Di 28’ê Hezîranê de di saet 12.30’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li Girê Leylek ê Şemzînanê çalakiyeke sûîkastê lidar xistiye. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şehîd Xeyrî yê Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek lidar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin.

ŞIRNEX

Di 27’ê Hezîranê de di saet 16.00’an de hêzên me li dijî Tabûra Gundikê Melê ya Şirnexê ya artêşa dagirker a Tirk çalakiyek lidar xistiye. Hêzên me di navbera 2 girên ku ewlehiya tabûrê pêk tînin de, ji nêz ve li wesayîteke Reo xistine. Di çalakiyê de wesayîta Reo îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşkerên dijmin jî hatine kuştin. Hêzên me wesayîta Reo kontrol kirine û dest danîne ser hin belge û ewraqan.

Di heman demê de hêzên me li hemberî girê Gundik jî çalakiyek li dar xistiye lê li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra yên artêşa Tirk a dagirker qada Çiyayê Filla bomberdûman kiriye.

Yekîneya me ya ku çalakî li dar xistiye, bi selametî gihiştiye baregehên xwe.

BEDLÎS

Hêzên me 28’ê Hezîranê di saet 11:00’an de li dijî leşkerên Qereqola Rijlek a girêdayî Bedlîsê ya artêşa Tirk çalakiye sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI WANÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

22’yê Hezîranê hêzên me bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li nêzî Gundê Îlê yê girêdayî navçeya Elbak a Wanê derketibûn opersyonê şer kirin. Di şerê hejmara kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk nehater zelalkirin de 2 hevrêyên me bi qehremanî şer kirin û gihiştine şehadetê.