Li Şengalê meşa ji bo Ocalan

Şengaliyên li Çiyayê Şengalê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek organîze kir û bi sedan kes tevlî bûn.

Meş ji ber avahiya meclîsê dest pê kir û heta herêma Girê Nîska yê li gundê Kolakê dewam ikr. Girseya gel di meşê de posterên Ocalan hildan û pankartên bi nivîsên ji bo azadiya Ocalan vekirin.

Piştî meşê li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rihan Hico axivî.

Hico got, "Dewleta Tirk a faşîst, bi hemû hêza xwe ev 18 sal in, bi rengekî ne hiqûqî û ne exlaqî tecrîdeke hovane li ser mîmarê şaristaniya demokratîk Rêber Apo ferz dike û bi vî rengî dixwaze vîna gelên Rojhilata Navîn tine bike."

Hico destnîşan kir, ku di şexsê êrîşên li dijî Ocalan de komkujiya li hemberî gelên herêmê dewam dike.

Hico anî ziman, Ocalan bi berxwedana xwe ya 18 salan a li Îmraliyê, pêşî li hemû planên dewleta Tirk girtiye û got, lazim e rêxistinên mafên mirovan jî li dijî tecrîdê helwestê nîşan bidin.

Çalakî piştî axaftinê qediya.