Li Şengalê 2 kes bi vîrûsê ketin, Komîteya Tenduristiyê bang kir

Li Şengalê ku heta niha xwe ji vîrûsa koronayê parastiye, 2 kes bi vîrûsê ketin. Komîteya Tenduristiyê bang li şêniyên Şengalê kir ku xwe biparêzin û li gorî tevdîran tevbigere.

Hate ragihandin ku li nehiya Sinûnê 2 kesên bi vîrûsa koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku ji 24'ê Sibatê dema belavbûna vîrûsê li Iraqê û vir ve wan li Şengalê tevdîrên xwe girtine.

Komîteyê ragihand, ku li gel zor û zehmetiyan, her wiha nebûna derfetan, tevî hevkariya hêzên Asayîşê wan heta niha nehiştibûn ku vîrûs bigihêje Şengalê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber xemsarî û tedbîrên sist ên li ser rêya navbera Şengal û Mûsilê, ku hêzên leşkerî yên Iraqê kontrol dikin, vîrûs derbasî herêma me bûye."

Komîteyê bang li gel, hêzên leşkerî û hemû berpirsyaran kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û tedbîran bi cih bînin.

Her wiha ji kesên bi vîrûsê ketine jî şîfa xwest.