Li Şehbayê kar û tevdîrên li dijî vîrûsê

Kedkarên tenduristiyê û şaredariya gel ji bo parastina şêniyên Efrînê û herêma Şehbayê bi şev û roj dixebitin.

Şaredariya Gel a Şehbayê û Desteya Tenduristiyê ya Herêmê, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê li herêma Şehbayê karekî berfireh dikin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Hisên bi bîr xist ku vîrûsa koronayê piştî demeke dirêj ji aliyê bajarê Helebê derbasî herêma wan bûye û qala tevdîrên xwe kir.

Hêvîn Hisên got, "Piştî ku vîrûs li bajarokê Ehresê hate dîtin, em neçar man navçeyên Şehbayê hemûyan ji hev qut bikin, ku vîrûs belav nebe."

Hêvîn Hisên anî ziman ku kesên bi vîrûsê dikevin yekser dixin karantînayê, rojane di kontrola doktoran de tên derbaskirin û got, "Her wiha kesên ku rewşa wan normal e em wan li malê dixin karantînayê. Çend rojan carekê endamên Komîteya Tenduristiyê jî rewşa wan kontrol dikin."

Hevseroka Şaredariya Gel Melek Hisên jî diyar kir ku di çarçoveya tevdîran de Şaredariya Gel a Şehbayê çûn û hatina navbera navçeyan qedexe kiriye, her wiha kombûnên mezin qedexe ye, kolanên sereke bi klorê tên kuştin û paqijkirin û got, "Li kampan tedbîrên me hîn berfirehtir in. Hejmara gel li wir zêde ye, ji ber wê jî rojane paqijiyeke berfireh tê kirin."

Hevseroka Şaredariya Gel a Kampa Serdemê Qaziqlê Mihemed jî anî ziman ku li gorî derfetên xwe ew hewl didin gel ji xeteriyê biparêzin.

Her wiha bang li saziyên navneteweyî kir ku alîkariya penaberên li kampê bikin.