Li Şaredariya Amedê rantxur bi hev ketin

Qeyûm Cûmalî Atîlla lîsteya birayê Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî Cîhan Ensarîoglû çirand û bûyer ji Sulyeman Soylû re ragihand. Ensarîoglû li avahiya şaredariyê hate binçavikrin.

Şerê rantê ku piştî desteserkirina şaredariyan bi destê qeyûman di nava AKP'ê de dest pê kir, roj bi roj sor dibe. AKP'yiyên ku kirin Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli werin girtin û bi daxwaza birîna cezayê bi sedan salan gilîname der barê wan de dan amadekirin, ji bo kesên nêzî xwe li rêveberiya bi darbeyê desteserkirin bi cih bikin, li ber hev didin. Birayê Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû Cîhan Ensarîoglû ku li Amedê bi sextekariyê tê naskirin û qeyûm Cûmalî Atîlla bi hev ket. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû jî tevlî vî şerî bû û taliyê li qereqolê qediya.

QEYÛM LÎSTE ÇIRAND

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer hatin bidestxistin, roja 15'ê Hezîranê Cîhan Ensarîoglû çû Şaredariya Bajarê Mezin û lîsteya xwe ya kesên bixe kar danî ber qeyûm. Cîhan Ensarîoglû, beriya dengdana referandûma 16'ê Nîsanê ji hilbijêran xwestibû dengê 'erê' bide û di berdêla vê de ew ê wan bigirin kar. Qeyûm Atîlla li ber vê lîsteya Ensarîoglû derket û lîste li pêş çavên Ensarîoglû çirand.

LI ŞAREDARIYÊ HATE BINÇAVKIRIN

Lê belê ji ber ku Ensarîoglû bi israr xwest, kesên di lîsteyê de ne tevlî kar were kirin, nîqaş mezin bû. Qeyûm Cûmalî Atîlla jê re got, "Ez tenê fermanê ji serokê me Recep Tayyîp Erdogan û Suleyman Soylû digirim. Walî jî were ez fermanê jê nagirim" û li ber Ensarîoglû rabû. Û li ber Ensarîoglû li Wezîrê Karên Hundir Soylû geriya û jê re qala rewşê kir. Soylû jî ferman da ku Ensarîoglû yekser bê girtin. Polîsên ku parêzvaniyê ji Atîlla re dike û wezîfedarên ewlekariyê yên şaredariyê ketin milê Ensarîoglû û ew radestî tîma polîsan a hate şaredariyê kirin.

PIŞTÎ KU AKP'YÎ HATIN SERBEST HATE BERDAN

Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî ku haya wî ji binçavkirinê çêbû, bi lez û bez ji Enqereyê hate Amedê. Di destpêkê de bi qeyûm re axivî, lê belê ji ber ku fermana Suleyman Soylû hate binçavkirin encamek ji vê negirt û nekarî birayê xwe ji emniyetê derxîne. Ensarîoglû du rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hate girtin. Piştî ku heyeta ji Serokwezîr Bînalî Yildirim, Suleyman Soylû û wezîran pêk tê roja 16'ê Hezîranê hate Amedê, hingî hate berdan. Ev rewşa aloz, di dema kombûna li pêş Ûlûcamî de, ku kesek lê ne amade bûn, ji rûyê Galîp Ensarîoglû û Suleyman Soylû dihat fêhmkirin.

Cîhan Ensarîoglû ku heta roja were binçavkirin her roj ji hesabê xwe yê Twîtterê peyam diweşand, piştî hate binçavkirin 2 rojan tiştek neweşand û balkêş e piştî hate berdan, mîna ku tiştek nebûye ji cihê mayî dest bi weşandina twîtan kir.

BERÊ PERE DABÛ HEVDAN Û REVIYA BÛ

Cîhan Ensarîoglû, ku par navê wî di wergirtina kar a ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate kirin de derbas bû, di Nîsana vê salê de bi soza ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bixin kar pere ji mirovan kom kiribû û piştre reviya bû. Ensarîoglû bi rojan neçûbû buroya xwe ya li semta Gazîler a navçeya Kayapinar a Amedê. Mexdûr jî her roj lê digeriyan.

QEYÛMÊ LI ŞAREDARIYA AGIRÎ SÎLE LI WEKÎLÊ AKP'YÎ XISTIBÛ

Beriya niha Walî Mûsa Işin ê ku bû qeyûm ji Şaredariya Agirî re û Wekîlê Agiriyê yê AKP'yî Cesîm Gokçe ji ber lîsteyê bi hev ketibûn. Piştî ku ev nîqaşa li avahiya şaredariyê mezin bû, Mûsa Işin sîle li Gokçe xisitbû. Şerê navbera van her du kesan bi rojan di medya AKP'ê de hatibû weşandin û hatibû xwestin, ku li hemberî Walî Mûsa hewldan bê kirin. Herî dawî di Biryarnameya Waliyan a hefteya bihurî de Mûsa Işin ji wezîfeyê hate girtin û li walîtiya navendê hate bicihkirin.